NEWROZ

نوروز


29/3/2008

Zimanê Standard Yê Kurdî Bû Mijara Wezareta Xwendina Bilind A Herêma Kurdistanê

Azad Kurdî

Ji bo zimanê standard yê Kurdî û hevxistina zavarayên zimanê Kurdî hewildaneke nû li Kurdistanê dest pê kir. Roja sêşem, 18ê Adara 2008an, Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî civîneke fireh lidarxist û mijara zimanê standard yê Kurdî bû mijara civînê.

Civîna han li ser pêşniyar û daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji aliyê Dr. Îdrîs Hadî Salih, Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate rêvebirin. Ji bilî Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanist, Dr. Îdrîs, hemû serokên beşên zimanê Kurdî ên zanîngehên Kurdistanê tevlî civîna han bûn û mijar nîqaş kirin.

Wezîrê Kurdistanê ê Xwendian Bilind di destpêka civînê bal kişande ser girîngiya zimanê standard yê Kurdî û pûte û baldana zanîngeh û navendên xwendin û perwerdehiyê bio vê yekê weke erkeke neteweyî anî ziman.

Ji ber ku heta niha pirr bas û nîqaş li ser vê mijarê hatiye kirin, civîna han jî mekanzîm, kar û gelaleyên pêwîst bona vê yekê xistin rojeva civînê û bi hûrî û berfirehî aliyên cihê cihê yên mijarê nirxandin.

Armanca sereke a civîan han, peydakirina rêçare û mekanîzmên zanistî ên çareseriyê ji bo zimanê standard yê Kurdî û hevxistina zavarayên zimanê Kurdî bû. Li gora agahiyên ku çapemeniyên Başûrê Kurdistanê belavkirine, daxwaz ji aliyên berpirsiyar û pêwendîdar hatiye kirin kareke giştî û bikom encamp bidin û zimanê nivîsîn û xwendinê hev bixin û herwiha ji şareza û pisporên vî warî hatiye xwestin ku rol û bandore xwe bilîzin heta ev prosesa pîroz bigihîje encameke serkevtî û baş.

Bona vê yekê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî rola sereke dilîze û Dr. Îdrîs Hadî jî da xuyakirin ku di pêşerojeke nêzîk de, dê civîneke berfireh bi vê armancê bê lidarxisitin.

Ji bo prosesa zimanê standard yê Kurdî xabtên zanistî û akademîk hewce ne û divêt ji niha ve Kurd û nemaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê bona vê çendê bixebite.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]