NEWROZ

نوروز


25/1/2008

Şivan Perwer di peşangeha pirtûkan ya KOMKARê da

Komkar

Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Şivan Perwer, beşdarî pêşangeha pirtûkên Kurdî ya KOMKARê dibe. Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya 4., ku Yekîtiya Komelên Kurdistan-KOMKAR di 1-2-3´yê Sibatê li bajarê Wuppertalê amade dike, ji bilî nivîskarên Kurd, her usa xêrhatin li hozanê gewre yê Kurd Şivan Perwer û fonda wî dike.

Fonda Şivan Perwer, ku navenda wê li bajarê Bonnê ye, di berdewamiya pêşangehê da 3 rojan wê standa xwe veke û berhemên xwe raxe. Her usa Şivan Perwer jî wê beşdarî pêşangehê bibe û CD û fotografên xwe îmza bike.

Wek tê zanîn, nivîskar Dr. Eskerê Boyîk, Yilmaz Çamlbel, Mehmet Bayrak jî beşdarî pêşangehê dibin û pirtûkên xwe îmza dikin.

Her usa di pêşangehê da Dr. Îbrahîm Mahmûd li ser hunermendê Kurd yê nemir Yilmaz Guney konferansek pêşkêş dike û fîlmê Yilmaz Guney „Rê“ tê nîşandan û bi beşdariya rojnamevan Oral Çalişlar (Cumhuriyet), Nevzat Karakeçî (Dema Nû) û M. Şefik Oncu (Net-Kurd) wê li ser pirsa çapemeniyê panelek jî di nav bernama pêşangehê da cîh digre.

Wêne û tabloyên nivîskar û wênesaz Arîf Sevînç, ku karê xwe li Amedê didomîne û gerînendeyê giştî yê rojnama Dema Nû ye, wê di pêşangehê da bên raxistin.

Di pêşangehê da her usa, pirtûkên weşanxana KOMKAR, Roja Nû, Deng, Veng, Riya Azadî wê heta di sedî da 50 erzantir bên firotan.

 

Neumarktstr. 29

42103 Wuppertal

Telefon:

0202-71 80 891

Fax:

0202 4796474

E-Mail:

Komkar-merkez@web.de

Postbank Köln

Kontonummer: 0189 313 504

BLZ: 370 100 50

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]