NEWROZ

نوروز


23/9/2007

Linsday Lohan: Bê nivîn xewa min tê lê bê mêr nayê

(Zarathustra News)

Di dema zaroktiya xwe de hate nasîn lîstikvana çavxezal Lohanê. Di dema ciwaniya xwe de bû dîlberek e bejin zirav, lêv tenik û xwediya awirên bi şewat. Bi awirên xwe dilê gelek lawê bavan birîndar kir, agir pêxist. Lê nasdarbûn û dewlemendî wê serxweş kir. Jiyana êvarê, kêf, eşq û çend qedehên meyê dest pê kir. Çend hilm ji kêşana heşîşa malxirap ew dibir cîhanek e din. Hatibû girêdan dîlbera navdar Lohanê. Alkol û heşîş ew êsîr kiribû. Lê zû bi xwe hisiya. Şerekî giran li hemberî êsîrbûna xwe da. Ji bela meyê û kêşandinê rizgar bû.

Lohanê ji belayekî rizgar bûbû. Lê niha bi nexweşiyek e ecêp ketiye. Ew dikare bê doşek û lihêf raze, razana li erdê dipejirîne, lê xewa bê mêr nikare qebûl bike. Bê seks nikare îdare bike. Dem, saet, şev û roj qet ferq nake ji Lohanê re. Dikare xwestina eleqata cinsî her kêliyê were. Tevzînokên xwestina razanê laşê wê rapêçe û ew çavê xwe li mêrekî bigerîne. Lohanê cara dawî xurandin û tîbûna xwe li nexweşxanê, bi mêrekî mêvan re bihûrand/şikand.

Li ser pirsa nexweşiya wê a nû, pisporê pirsê doktorê motora Xerîbo yê Sêrtî wisan dibêje: Laşê însanan weke motoran dixebite. Ciwate anku birxoyên terpiyê wê sist bûye. Dema birxoyên wê yalama, anku xirek bibe rewşa wê xirap dibe. Pêwîst e were cem/nik min ku ez ciwateyên wê bişidînim, bi dohnê motorê hişê wê bînime serê wê. Dermanê wê tenê li Nisêbînê, taxa Kijlê, li cem Xerîboyê tamîrkêr dikare bê derman kirin. Lindsay Lohanê bi xêr were Kurdistanê û bibe mêvanê min.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]