|
23/8/2007 Dîroknasên tirk: Halaçoğlu niwênerê naziyê faşîst yê îro ye (Zarathustra News). Serokê Türk Tarih Kurumu-TTK (dezgeha dirokê ya tirk) Yusuf Halaçoğlu berî niha bi beyana anîbû zimên ku, kurd turkmen in, kurdên elewî jî ermenî ne. Li ser nirxandina wî dengê nerazîbûnê ji aliyê dîroknasên tirka jî bilind bû. Hejmarek dîroknas û lêkolîner niqaşa pirsê di NTVMSNBS ê de kirin. Dîtina wan wisan e: Dîroknas Necdet Sakaoğlu Hemû kes ji xwe re ketiye pey kolanên li nijadan. Ev encama helwestên dabeşkirina mirovan e. Lêkolîn û gerên wisan çi sûdên xwe tune ye û pir bi xeter in. Mirov, bi taybetî li Anatoliayê û bi helwestek wisan nagêheje tu encaman. Tirk di 1071 î de hatine Anatoliayê. Anatoliayê wê demê ne vala bû, mirovên din jî li wir hebûn. Çiqas tirk hatine Anatoliayê û çi bûyer bi ser rûniştvanên berê yê Anatoliayê ve hat, ne diyar in... Prof. Esra Danacıoğlu (Zanîngeha Yıldız) Beyanên Halaçoğlu, kirin û helwestên Naziyan tîne bîra mirovî. Kesê dixwest bibe endamê Naziyan, mercên xwe ew bû ku, ew ji heft bavikan elmanî be. Mirovên li kampên Naziyan dihatin komkirin û kûştin ne tenê cihû bûn. Di nav wan de elmanên rehek xwe digihişt Yahudiyan jî hebûn. Li gorî Naziyan, xwîna qirêj bandora xwe li ser ya paqij heye. Daxuyaniya Halaçoğlu niwênertiya îdeolojiya Naziya ya 2007 an dike. Beyanên wisan ku bêhna nijadperestiya salên 30 î jê we re ji bo akademisyenekî kêmasî ye, bi mirovî nakeve. Bi kesekî nakeve ku dokumentên welatekî teslîmî wî bûye. Piştî 500 salan, bi navkirina kurda wek ermeniyan, ji mirovên ku çanda û zimanê xwe heye bê gotin ku, "hûn ne kurd in, lê turkmen in" tenê karê nijadperestan e, ev helwestek nijadperestî ye. Çi nirxandinek e din jê re navê. Ev mêjî, cudaxwaz e. Doç. Dr. Ahmet Kuyaş (Zankoya Galatasaray) Îdîayên Halaçoğlu ji fêrbûnek kevnare tê. Dema mirov ji hineka hez neke, helwestên wan erênî nebîne, ji wan re tê gotin ku, "bavê xwe tirkê sixte ye. Bavê wan berî ku bibe tirk û misilman, biryara xwe hebû ku li dijî tirka bixebite." Peyvên wisan ji nava tirka derketiye û piştî ku tirk hatine Anatoliayê, çandên herêmê ji xwe re xeter dîtine û li hemberî wan bikar anîne. Ev tore ye. Kesek wisan ku bi daxuyaniyên xwe pirsgirêkan pêk tîne, diyar e ku bi kaniya vê toreyê mezin bûye... Prof. Mehmet Ali Kılıçbay Dema Halaçoğlu peyvek wisan gotibe, ji serî heta binî şaş e. Koka mirov bi hîsan ve girêdayî û barkirî ye. Mirov bi hîsên xwe, bi xwe zane bê koka xwe çi ye. Tirkiye mîna bênderê ye. Çand tevlûhev bûne. Gelek kes nikare rastiya koka xwe bikole û derxîne holê. ya rastî ew e ku, gava mirovek xwe kurd hîs bike, bibîne, ew kes kurd e. Ev yek ji bo tirkan jî derbas dibe. Gava kesek bêje, "ez kurd im" çênabe ku li hemberî wî hişkî bê bikaranîn. Pir bêwate ye ku mirov kurdan re bêje, "tu ne kurd e". Peyvên wisan qet bi dîroknasekî nakeve, ev kêmasî ye . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |