|
21/8/2007 Janet Jackson xwe kir dîlberek bejinzirav (Zarathustra News) Peyvên mîna; "Janet Jackson jinek balkêş e. Xweşik e. Lê hinekî kîloyên xwe zêde ne, anku qelew e" li dawî ma. Janetê di meha sibatê de biryar girt ku ji kîloyên xwe yê zêde rizgar bibe. Ji bo ku bibe dîlberek bejinzirav, xwarina xwe xiste bin kontrolê û ji xwarina goşt bi dûr ket. Giraniya xwarina wê şînayî û fêkî bû. Gelek caran sêv dixwar, sêvên sor û yên zêr. Ji ber ku sêv ciwanbûna mirov dirêjtir dike. Dîlbera hêja Janetê di nava sê mehan de 30 kîlo da, ji 83 kîloyan daket 53 kîloyan. Janetê, berî niha wêneyên xwe yên nû hatin belav kirin. Hate dîtin ku wê kîloyên xwe bi paş ve girtine. Qelewbûna wê bû sedem ku jinên Emerîka li ser tenûran qala bênefsî û çilekiya wê bikin. Li ser qelewbûna wê me dîtina pisporê pirsê, mîrê kemançê, mezinê mitirbên Tora Evdînê û eşîra Sivûk birêz Şemo girt. Şemo dîtina xwe wisan anî zimên: Bi serê te û bi serê bavê te, qelewbûna wê bêhtir lê hatiye. Weke ku tê zanîn, piçek goştê zêde deh eybên laşê mirov vedişêre. Jina bi ber, stuna malê ye. Yabo qûrbano, qala qelewbûna Janetê neke! Mal û milkê min tev kemança min e, bila ew jî bi qurbana sîng û berê wê bibe û tu sax. Ji bo ku ez karîbim dîtina xwe li ser qelewbûn, anjî bejinziraviya wê bînim zimên ez ê duakî bikim: Xwedê Janetê, şevekê ji ya meha ramazanê bike mêvanê min, ku berî fitarê ez jê re stirana bêjim û paşê em bi hevûdu re fitara xwe li ser textê hewşa me vekin û hew. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |