NEWROZ

نوروز


20/1/2008

KOPIYA PEYKERA HERÎ KEVIN A CÎHANÊ

Zarathustra News

Sazendeya (weqfa) Pirtûkxane û Muzexaneya Kurdî li Stockholm'ê ava bûye ku berhem kelepûr û bermayên mêjûyî yên li ser û binê axa Kurdistanê were parastinê.

Ji bo vê armancê, yek ji çalakiya herî pêşî ya Sazendeya Kurdî, bi destê hunermendekî profêsyonal û jêhatî yê swêdî, kopîkirina peykera herî kevin a cîhanê ku li Girê Navokê (Göbekli Tepe) li Ruhayê hatiye dîtin, amade bû.

Ev peyker li dema lêkolînên arkeolojîkî ya li Girê Navokê li Ruhayê ku bi serokatiya Dr Klaus Schmidt ji Înstîtuya Arkeolojiyê ya Amlmanî (DAI) dibû, hatiye dîtin. Temenê vê peykerê 11.600 sal e. Gava ev peyker hat dîtin di her du çavên peykerî de du yaqûtên spî û li ser rûvê wî jî yaqûtek din a spî hebû.
Lê belê î roj kes ni zane ku ev her sê yaqût li ku derê ne û çi bi serê wan hatiye!

Wek baş dihêt zanîn, dewleta tirk li Kurdistanê çi kelepûrên mêjûyî bi destxe talan dike dibe û winda dike.

Ji ber vê yekê pirr gerek e ku em xwedî li çanda xwe ya mêjûyî derkevin û ew li nav avahî û dezgehên xwe biparêzin.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]