|
2/11/2007 Li Osloyê konferansek bi wate: Serîhildana Simkoyê Şikak Di Sedsala Derbasbûyî de (Zarathustra News) Konferansek bi wate ku cî û nirxê Serîhildana Simkoyê Şikak dihêne zimên, li Norwêcê, roja şemiya 10 ê Mijdara 2007 an li Universitet i Oslo, Gaustadalleen 23, Blindern, Informatikkbygget ved forskningsparken ê, tê çêkirin. Dîrokzanayên kurda, ji awira kurdewarî ve dê nêzî pirsê bibin û ji gelek awiran ve dê dîroka me ronî bikin û li ser pirsê zaniyariyên piralî belav bikin. Li ser navê beşdarên konferansê nirxandinek kurt hate belavkirin: “ Em pir baş dizanîn ku hinek netewe di cîhanê de hene ku hejmara wan nagehe çaryek(1/4)a Kurdan, lê ew gehiştine xwezîyên xwe ku mafê otonomîyê ye. Li Elmanan binêrin ku çawa ev karê han di nava xwe de pêkanîne. Birastî ger netewa Kurd di Îranê de negehije mafê xwe, êdî mirin û neman jêre baştir e ji jiyan û mayînê. Di vê roja ku em tê de dijîn, dewleta Îranê bixwaze an jî nexwaze, em mafê xwe yê otonomîyê dixwazin. Êdî ev xwezîya hemû mirovekî Kurd e û ji xelkê me re jî jiyaneke nû ye...” “ Ingilîz û Tirk her du ji bo çaresekirina pirsgirêka serxwebûn û serbestiya Kurdistanê derewan di gel me de dikin, ew me dixapînin. Inglîz dixwaze tevaya Kurdan mîna xulam û berdeyan ji bo armanc û daxwazên xwe yên çewt bikar bînin û bixebitînin, mîna meymûnan me ji xwe re bireqsînin û ew jî bi me bikenin. Ew dixwazin me li hemberî netewa me şermezar biken, ev ne karê min e, ez xiyanetê li gelê xwe nakem. Tirk û Inglîz her du ji hev xirabtirin, lê ji herkesî zêdetir Kurd ji bona xwe xirabin, Kurd pişta hev nagirin, hînî xizmetkariyê bûne, baweriya wan bi xwe tune û mezinatiya hevdu napejirînin.” Moderator û birêvebiriya konferansê dê ji aliyê Derwêş M. Ferho, serokê Enstîtûya Kurdî ya Brukselê ve bê kirin. Kesên beşdar û mijarên dê li ser biaxifin ev in: - Prof. Dr. Celîlê Celîl, Simko û mijara serxwebûna Kurdistanê - Kakşar Oremar, rojnamevan, salên dawiya jiyan û Serhildana Simkoyê Şikak (ji 1920 heya 1930) - Abdullah Hîcab, lekolîner, di salên Serhildana Simkoyê Şikak de rewşa sosyo-politika Kurdistanê - Dr. Huseyin Xelîqî, Şoreşa Paşatiya Destûrî li Iranê û bandora wê li ser Kurdistanê - Dr. Xosrew Ebdullahî, dîrokzan, cihê Serhildana Simkoyê Şikak di polîtîka navneteweyî de - Elî Simko, neviyê Simko, rewşa jiyan û malbata Simkoyê Şikak piştî şehadeta wî... Kesên ku bixwazin agahdariyê bidest bixînin, dikarin têkiliyê bi van kes an dezgehan re deynin: Abdullah Hicab +47 99 52 07 13 a-hejab@online.no, Fereydûn Elîxanî + 47 91 16 04 42, Enwer Kuhensal + 47 40 01 07 24, Enstituya Kurdî ya Brukselê +32 230 34 02 kib@skynet.be. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |