NEWROZ

نوروز


17/11/2007

KOÇIKA QAMIŞLO Û ŞEVEK HELBEST

Di karê xwe yê mihane de koçika qamişlo ya çandeyî di şeva 12/11 2007ê de xelekeke dî ji şevb êrkên xwe yên qamişlokîli darxist.

Bi amade bûna gurûpek keç û xortên rewşenbîr û hin ji helbestvanên kurd li qamişlo koçik ê mêvandariya herdu mamoste yên helbestvan (mamoste EHMED EBDO û mamoste ŞIVAN ) kir bi mebesta lidarxistina şeveke helbestî .

Li pêşî mamosta ehmed ebdo dest bi xwendina helbestên xwe kir yên ku bi rêzbend û kilasîk hatibûne nivîsandin û piraniya helbestên wîjî amojey dîrok û ramanên felsefî dikirin , û di peyre mamoste şivan jî dest bi xwendina helbestên xwe yên afirandî kir ku ji du beşan nivîsandibûn ( rêzbend û nûjen ) û helbestên wî amojey evîn û civak û netewê jî dibûn .

Piştî xwendina helbestan derfet hate dan ji amadeyan re ku raman û têbîniyên xwe arastey helbestvanên mihvan bikin û bihtirî wan li ser van xalên jêrîn tekes kirin

1- pêdiviya guhdaneke mezin ji giramatîka kurdîre di helbestê de .

2- girêdana mûzîk û helbestê û hevbeşiya wan.

3- giringiya fêrbûna helbestvan di warê çanda giştî de .

lidawiya

şevê sipasiya herdu mihvanan bitaybetî û amadeyan hemiyan hate kirin ji alî pêşk êş karê koçikê ve û şev bû cihê şanaziya hemiyan , û ta şeveke dî em we vexwendî koçika qamişlo ya çandeyî dikin di sersaliya wê ya yekê de li roja 22/ 12 ê

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]