NEWROZ

نوروز


15/12/2007

Arteşa Tirkiyê dê rêvebiriya operasyonê bike

(Zarathustra News)

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, bi beyanekê diyar kir ku, arteşa Tirkiyê, ji bo pêkanîna oparasyonên li derveyî welêt, berpirsiyar e. Daxuyaniya Erdoğan ji bo çapemeniyê wisa ye:

"Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK ji 28 ê mijdarê pêve hatiye wezîfedarkirin.

Weke tê zanîn, ji bo pêkanîna oparasyonên li derveyî Tirkiyê, di 17 ê cotmehê de, meclîsê-TBMM teskereyek pejirand.  Piştî wê biryarê, ji aliyê min, nivîsek ji fermandariya arteşê re-GKB hate şandin. Di 1 ê mijdarê de, fermandarî, pêşniyar û dîtinên xwe ji min re nivîsî. Piştre, di 28 mijdarê de, Wazûma Wezaretên Tirkiyê-Bakanlar Kurulu biryara xwe da.  Biryar, ji aliyê serokomar ve jî hate pejirandin. Li gorî biryarê, Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK ji pirsa pêkanîna operasyonên li derveyî welêt berpirsiyar e. "

Pisporên pirsê dihênin zimên ku, îradeya polîtîk li Tirkiyê û artêş li ser pirsê bi hev re dixebitin, dema ew biryara oparasyonekê di cî de bibînin, di çarçoveya biryara meclîsê a 17 ê cotmehê, dê arteşa Tirkiyê operasyonê bide destpêkirin.

Zarathustra News, biryara fermî a meclîsa Tirkiyê ji bo kirina oparasyonê, bi dest xist. Em wê werdigerînin kurdî û pêşkêşî xwendevanên xwe dikin:

Biryara TBMM

RG. hejmar: 26675

hejmara biryarê. 903

Roja biryarê:17/10/2007

Tirkiyê, ji ber PKK yî yên terorîst ku, li bakurê Iraqê bi cî bûne, ji awira hizura gel, ewlekariya welêt û yekîtiya netewî û xaka xwe, bi êrîşeke ciddî a terorîstî û tehdîdek e eşkere hatiye hemberî hev.

Parastina erd û yekîtiya Iraqa dost û bira û îstiqrarbûna wê, ji bo Tirkiyê pir giring e. Tirkiyê demek dirêj e, ji aliyê polîtîk û dîplomatîk xebatek mezin kir ku, dawiya PKK yî yên terorîst li Iraqê bîne û çalakiyên wan bi dawî bîne. Lê kirinên me, heta nuha çi encam bi dest nexistiye.

Li hemberî erîş û tehdîtên terorî ku berê xwe li Tirkiyê ne, û weke beşek ji tekoşîna li hemberî terorîzmê û di çarçoveyekî hiquqa navnetewî de dê tedbîr bêne girtin. Ji bo ku Hêzên Çekdar yên Tirk-TSK, li bakurê Iraqê û li hemberî tehdîtên ku berê xwe dane welatê me û êrîşên wan ji holê rake, ji bo ku operasyonekê li derveyî sînorê xwe pêk bûne û mudaxele bike, hêza çekdar bişîne bakurê Iraqê, cihên PKK yî yan û li wir wezîfedar bike, li gorî qanûna bigehîn a 92 an, hikûmet, 1 salê hatiye wezîfedarkirin. Mezinbûna opersyonê û hêza leşkerî û dema wê, dê ji aliyê hikûmetê ve bê diyarkirin.

Îcazedayîn, di civîna giştî a meclîsê de, di 17/10/2007 an de, di kombûna 8 an de hatiye pejirandin (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]