NEWROZ

نوروز


12/9/2007

KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ ŞEVEK JI BO ÇÎROKA KURT LI DARXIST

Di 5.9.2007 ê de Koçika Qamişlo ya çandeyî û di karê xwe yê mihanede şevek terxan kir ji xwendina kurte çîrokên kurdî re ji bo parastina çîrok û serpêhatîyên kurdî foloklorî û xort û keçan dewlemend bikin bi naskirina kurte çîrokên kurdî û ...

Şevbiwêrik hata bi kar anîn bi amadebûna girûpek keç û xortên guhvedêrên kulturê kurdî û bi beşdarîya:

1- Mûsa Zaxuranî...çîrokeke wergerandî ji çîrokên Çîxof û çîrokeke foloklorî bi navê ˝MELAYÊ GULÊ˝.

2- Bavê Narîn... du çîrokên foloklorî yek binavê ˝KURÊ PÎRÊ˝ , ya din bi navê ˝KEÇA PÎRÊ˝

3- Leyla... çîrokek ji foloklor bi navê ˝XERDELO˝ û çîrokek afrandî bi navê ˝BIÇÛKÊN VÎ ZEMANν.

4- Hîyam... çîrokeke foloklorî ˝MAR Û ROVν û du çîrokên afrandî= ˝DINYA SOR DIMÎNÊ SOR˝ - ˝BEQÊ Û BEQO˝

5- Bavê Hozan... çîrokeke amadekrî bi navê ˝GIRNEWAZ˝.

6- Rif,et Hacî... du çîrokên afrandî yek bi navê ˝ TIRŞIKA KO XWAZGÎNÎ VEGERANDIN˝ û ya din bi navê ˝ ZIMANÊ KURDÎ DI MOZEXANA CINA DE˝ .

Şev bi dawî hat bi têbênî û nêrînên amade bûyan yên ko şeva koçikê zengin girin û ta şeveke din em we vexwendî koçika Qamişlo ya çandeyî û çalakîyên nû dikin, hêvîdarin ko em tev arî hev bikin ji bo pêwîstîya vî erkê hêja.

Koçika Qamişlo Ya Çandeyî

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]