|
11/3/2007 Hevalê Şêx Alî azade Memê Alan Li 16.2.2007 an êvarî , destlatên ewlekariyê hevalê Şêx Alî sekretêrê partiya me ,partiya Yekîtî Ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê , li paytextê berdidin . Hêjaye em bi bîr wînin ku , li 20.12.2006 an jî hate girtin . Li roja 18.2.2007 an , li ser riya Şam dergehê bajarê Helebê , hin hevalan û bi beşdariya serokê partiya me mamoste Isma’îl Umer û hin kesan ji ragiyandina Şam , bi coşeke gerim pêşwaziya xebatkarê me yê hêja kirin . Piştre , li ser riya Efrînê , ew tev karwaneke mezin ku, bi ala Sûriyê , simbola partiyê û wêneyên wî rêzdarî xemilandî, ji heval , dost û hogirên wî bûn . Hino – Hino , karwana otombîlan bi rêket û berê xwe da Efrîna delal . Li kat yek , li Kefircenê , goristana Zarata Henên ( Gora Nemir Nûrî Dêrsim ) , gelê me yê Kurd , heval û dost , gelek komên folklorî ji Efrîn , Cindrês , Şiyê , Mabeta , Raco , Bilbil û şera bi cilên rengîn , gul û çîçek , dahol û zurne , çepik , lîliya jinan û sirûda Ey Reqîb , pêşwaziya xebatkarê xwe yê mezin Şêx Alî û wê karwanê kirin . Dûvre hemî tevle hevdu bûn û karwana otombîlan ya sedane berve Efrîna Azadî , Aştî û şaristaniyê çûn. Karwan hêdî hêdî , kete nav bajêr , di nav cemawerê Kurd yê ku li ser balkon û sukakan kombûbûn re , dîsa bi sitran , çepik , lîlî û dahol û zurne derbas bû . Herweha di pêşiya sera Efrînê re , paşê çarşiya ku diçe Raco ta ku , giha lîstgeha werzîşê ya bajarê Efrînê. Li wir bi beşdariya bêtirî 6000 heval û dost ,û bi hildan û libakirina , ala Sûriyê , simbola partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê , wêneya hevalê Şêx Alî , vestîval destpêbû . Destpêkê Avokat Selah Kênco li ser girîngiya hevpişkiya gelê Kurd di rêvebirina Sûriyê de , biratiya gelên Sûriyê ji hev re, azadî , wekhevî û aştiyê , yekîtiya niştimanî û berdewamiya guftogo û dan û standinê di navbera tevgera Kurd û hêzên niştimanî li Sûriyê rawestî . Dûv re , serokê P.Y.D.K.s mamoste Isma’îl Umer , gotina xwe pêşkêşkir . Di gotina xwe de , sedemên girtina sekretêrê P.Y.D.K.s û encamên girtinê diyarkir . Di vî warî de weha got : Wan xwast bi girtina hevalê Şêx tirsekê têxin dilên hevalên wî, û namakê ji Tevgera Kurd û Tevgera Niştimanî re bi rê bikin . Lê bi girtinê negihiştin armancên xwe , ji dêvla wê herçû pileya xebata hevalan bilind bû û hêzên bira çi Kurd , Ereb û çi Aşûr piştgiriya xwe zêdekirin . Herweha mamoste Isma’îl domand û got : Girtina hevalê Şêx berhevhatina T.K û T. N zêdekir . Û got : Ciyê gelê Kurd ne hepis û zîndanin , ew hêjayî jiyaneke xweş û geş bijîn , û tucarî pirsa gelê Kurd bi hepis û zîndanan û girtinê çareser nabe . Piştre gotina mamoste Mustefa Cuma sekretêrê Partiya Azadî ya Kurd Li Sûriyê hat . Di gotina xwe de birêz Cuma da xuyan ku , pirsa gelê Kurd li Sûriyê pirsa milet û axê ye , pêwîste jaliyê Tevgera Kurd ve , li ser bingeheke rast û durist were zelalkirin û mijayî nemîne . Li dawiyê sekretêrê P.Y.D.K.s mamoste Şêx Alî gotina xwe weha pêşkêş kir : Silav û sipasî ji hemî piştgirên wî re ji Tevgera Kurdî û niştimanî de bigir û ta hemî kes û komeleyên mafên mirovan û yên sêvîl , bi taybetî jî ( Imnistî ) . Paşê jî silav ji nemirên xebat û peyva azad mîna Dr.Nûredîn Zaza , Osman Sebrî , Hemzê Niwêran , Kenan Egît , Yusof Elezme , Ehmed Baravî , Ibrahîm Henano , Ebdirehman Osman , Ebdilhemîd Zîbarî û Ebdî Ne’san , û H.W.D re rêkirin . Di nav re , li ser hebûna gelê Kurd ya dîrokî û erdnigarî sekinî û xuyakir ku Kurd ne koçberin . Û got em Kurd hevpişkin di vî welatî de , û pir li ser azadî , wekhevî , aştiyê û çaresekirina pirsa Kurd tekûzkir û bi na ji şovenîzmê re , na ji zulim û zorê re gotina xwe qedand . Hêjaye bê gotin di nav gotinan re , her û her cemawer ala Sûriyê , simbola partiyê û wêneya hevalê Şêx hildidan û digotin bijî yekîtî yanê Yekîtiya Tevgera Kurd . Û weha vestîval bi dawî hat , û hevalê Şêx tevle giropek baş ji heval û dostan, bi meş berve mal çû . Em ji bîr nekin jî , ta roja pêncşemê 22.2.2007 an di bin konê xêrhatin û azadiyê ya ku li rex mala bavê wî hatî hildan , hevalê Şêx bi awakî fermî pêşwaziya şandên xêrhatinê ji aliyê hevalên P-Y ji hemî herêman, partiyên dî çi Kurd, Ereb , komonîst , mal û malbetên Kurd û cîran û dostên xwe yên Ereb dikir û piştî 22 an jî di mal de . Hertim wî digote tevan, em ne poşmamin , em ji riya xwe namînin , gelê Kurd li Sûriyê ji paş tu sînoran nehatiye , ew xwedî xak û erd û ziman e , pirsa me pirseke rêzanî ye û li Sûriyê wê çareser bibe , Divê zimanê me neyê pişaftin , zimanê Kurdî ji yê Erebî , Farisî û Turkî ne kêmtire , Sûriyê bi xêr be em bi xêrin û di vî welatî de mafên me rewan e . Ji ber wê divê dûr û nêzîk zanibin em Kurd pişikdarin jî. - Tu bi xêr vegerî nav me û gelê xwe hevalê Şêx Alî . - Bijî gelê Kurd . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |