|
10/6/2007 Tiliya Enqerê di hilbijartinên li Beljîka de (Zarathustra News) Enstituya Kurdî ya Brukselê, Komela ermeniyên Demokrat li Beljîka, Komelên Asuriyêan Li Beljîka û Weqfa Info-Turkli ser hilbijartinên Beljîkayê û lîstikên Tirkiyê îro daxûyaniyek belav kirin. Daxûyanî wisan e: Di 10 Hezîranê de bijartinên Federal li Beljîka hene û bi vê minasebetê bi serkêşiya Balyozxaneya Tirkiyê çalakiyên nîjadparêz dest pêkiriye. Em çar rêxistinên ku ji aliyê penaberan hatine avakirin siyasetmedaran û raya giştî ji vê talûkê re agahdar dikin! De dema sîmpozyumeke di navbera namzedên Tirk li ser lîsteyên Partiyên Beljîkî de, roja 3 Hezîran 2007 li Schaarbeek yekî ji wan, Ergün Top (CD&V) weha got: “Eger di navbera Turkiye û Beljîka de şer bibe, di hemberê Beljîka de cî digrim…” Dema axaftin li ser xizmeta leşkerî ya endamê parlementoya Beljîka Cemal Çavdarli (sp.a) di çapemeniya Flamanî de vebû ku wî ji bo leşkerê Tirkiyê xizmeta xwe kiriye dîsa Ergün Top weha got: “Dema ev mijar hate minaqeşekirin min ew parast û got ku minê jî xizmeta leşkerî li Tirkiyê bikira. Ev xizmet ji min re weke mîsyonekê ye. Texmîn bikin ku şerrek di navbera Beljîka û Turkiye de derket… Bes di dema ku axa welatê Turkiye ji aliyê dewleteke din bikeve bin talûkê, emê xwe biparêzin. Emê şerrê her kesê êrîşî me dike bikin. Eger ew Beljîka be, emê serî di hember beljîka de hildin!” Ev çawa mimkin dibe ku kesekî ji aliyê xelkê ji bo parlementoya wî welatî were bijartin û ew di hember wî welatî bi xwe de şerr bike? Vî namzedî da zanîn ku wî serokwezîrê Flaman Yves Leterme, yek ji rêberên CD&V û di paşerojê de namzedê serokwezîriya Beljîka ye, li ser mijara jenosîda Ermeniyan û Aşûriyan, di bin tesîra xwe de hiştiye: "Di qada neteweyî de cidabûnên me jî hene ku hin caran xuya dikin. Mîsala xwedîgiravî jenosîda Ermeniyan yan jî komikên terorîstan. Cara yekem ku min bi Yves Leterme re li ser pirsa xwedîgiravî jenosîda Ermeniyan axaft, di destpêka xebata min di kabîneya wî de, pêş salek û nîv bû. Di destpêkê de ew aciz bû û ji min re got ku meriv nikare dîrokê înkar bike. Îro, eynî meriv, belkî serokwezîrê paşerojê li Beljîka, bi saya min, ji rojnameyeke Tirk re dibêje ku ev mijar ewê di dema hikûmeta werê a di bin serokwezîrtiya wî de, li parlemento neyê axaftin. Ew dibêje ku di dema şerr de bûyerên xirab bûne lê binavkirina “jenosîdê” sucdarkirineke mezin e. Heta ev pirs ji aliyê dîrokzanan neyê lêkolîn û neyê zelalkirin ewê ti zagonan nede çêkirin. Hun çî din ji min dixwazin? (Mehmet Köksal, allochtone.blogspot.com, 3 Hezîran 2007) Ev gotin ne fantaziyên siyasetmedarekî ne ku hem li Beljîka û hem li Turkiyê, (welatê jê hatiye) reklamê dike. Ev operasyona lobiyekê ye ku ji aliyê rejîma Ankara hatiye destpêkirin ku parlementerên li Ewropa û bi eslê xwe Turk baş bidin xebatê. Xebata wan jî ew e ku berjewendiyên dewleta Turk biparêzin. Di roja 03 Adar 2007 de serkêşê diplomasiya Turk, Abdullah Gül, li Turkiyê gelek parlementerên ji Ewropa û bi eslê xwe Turk li hev civandin. Armanc ew bû ku stratejiyeke lobiyê ji bo Turkiyê ya mişeterek bibijêrin. Di nav wan de Emîr Kir, Wezîrê Dewletê ê Bruksel (PS), Fatma Pehlivan, senator (sp.a) û Cemal Cavdarli, parlementer (sp.a) hebûn. Çend hefte paş re bi qasî 20 parlementerên bi eslê xwe Turk ji Ewropa li Girne, xwedîgiravî ‘Komara Bakurê Kibrisa Turk’ civiyan. Di dawiya civînê de senatora Beljîka lê bi eslê xwe Turk Fatma Pehlivan (sp.a) bi navê beşdaran soz da serokê vê ‘komara’ Turk, Mehmet Ali Talat ku ew hemberê her çalakiyeke dijî berjewendiyên xwedîgiravî ‘Komara Bakurê Kibrisa Turk’ rawestin. Soza senatora bi eslê xwe Turk ji bo lobiya Turkiyê di rojnameya bi navê De Morgen de li Beljîka di roja 03.06.2007 de hate pejirandin. Wê rojnameyê dinivîsî ku rêberê partiya CD&V di hevpeyvînekê de di rojnameya Zaman de jenosîda Ermeniyan înkar dike. Mîna rêberên din yên partiyên siyasî li Beljîka Leterme weha dibêje: ‘berê ku siyasetmedar li ser jenosîdê biaxivin divê saziyên navneteweyî vê mijarê zelal bikin. Weke siyasetmedar ne tiştekî aqilane ye ku li se jenosîdê were axaftin eger pisporan zelalî nexistibe vê mijarê. Bi vê bîr û beweriyê ez tenha nînim û ji vê jî zêdetir naxwazim biaxivim.’ Di roja îro de em dibhîzin ku serokê sp.a (Partiya Sosyalîst) Johan Vande Lanotte gotinên Yves Leterme (Rêberê Partiya Xiristiyan Demokrat û serokwezîrê Flaman) dipejirîne. Ango ew jî jenosîda Ermeniyan qebûl nake. De Morgen dibêje ‘Eynî mîna CD&V, sp.a jî naxwaze rayên civaka Turk hunda bike. Siyasetmedarên sosyalîst, mîna Fatma Pehlîvan, bi salan e mîna Leterme durûtiyê dikin. Di dema bijartinên berê niha jî ev înkar û durûtiya partiyên siyasî ji bo jenosîda Ermeniyan û Asûriyan gelekî zelal xuya dikir. Gelek namzedên Turk ku di meşên dijî pejirandina jenosîdê (negationîsme) de cî digirtin ji ser lîsteyên partiyên cihê, mîna partiyên Frensiz PS, MR, Cdh hatin bijartin. Hin ji wan partiyên siyasî li şahredariyên mîna St Josse ten Noode, Schaarbeek û Parlementoya Bruksel temsîl dikin. “Yek; çarçewa bijartinan înkarakirina ji aliyê setokwezîrê Flaman zelal dike. Gelek rayên civaka Turk ku meriv dikare bistîne hene. Rayên civaka Ermenî jî kêm in. Hesab li ba we. Laurette Onkelinx (Wezîra Dadmendiyê ) li ser vê mijare dikare biaxive. Dema wê dixwest bibe serokê şahredariya Schaarbeek zagoneke ku înkara jenosîda Ermeniyan sûcdarî bipejirîne qebûl nekir.” (Le Soir, 6 Hezîran 2007) Di roja îro de kampanya hemû namzedên Turk di rojnameyên Turkan de û li nav şahredariyên ku Turk tê de dijîn bi Turkî dibe. Ew bi vê yekê li gora programa lobya Turk dimeşin. Nîjadparêzî, înkara jenosîda Ermeniyan û Asûriyan, tohmetkirina têkoşîna Kurdan ji bo mafên wan yên bingehîn û her kesê din ku muhalîfê rejîma Ankara ye, bicîanîna plana ku hin şahredariyên Beljîka ji Kurdan, Ermeniyan û Asûriyan paqij bikin da ew bi temamî bikevin bin destê Turkan. Em carek din tînin bîra we ku berî niha avayiyên Kurdan û Asûriyan ji aliyê Bozkutçiyan bi amanca civakên Kurd, Ermenî û Asûrî ji şehredariya St. Josse birevin, hatine şewitandin. Bijartina van namzedên Tukperest ku Lobystên Turkiye ne, bi alîkariya hin siyasetmedarên Beljîkî, ewê ne tenê jiyana civakî li paytextê Ewropa, Bruksel tevlîhev bike, lê civaka demokratîka Beljîka jî ser û bin bike. Em bangî berpirsiyarên siyasî yên vî welatî dikin ku di hember vê xefkê de, ku ji derveyê welêt tê, hişyar bin û ji normên demokratîk yên Ewropa re fedakar bimînin. Em herweha bangî raya giştî dikin ku ew dengê xwe nedine kesên ku di ciyê ji bo civaka Beljîka kar bikin ji bo berjewendiyên rejîmên zordar dixebitin. Bruksel, 6 Hezîran 2007 . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |