NEWROZ

äæÑæÒ


8/7/2007

Evîna Ayça û Hama Elî sînora nas nake

(Zarathustra News)...

Keçka tirknijad Ayça û xortê kurd Hama Elî hunermend in. Hama Elî mêvan e. Lîstikvan e û ji bo fîlm li Stenbolê ye. Herdu, berî têkçûna Sadam Hisêyn, li Stenbolê, di dema kişandina fîlmekî hevûdu nas dikin. Li wir, diyaloga kin û awirên bi wate di naw wan de cihê xwe dide evîndariyê. Herdu, ne bi dilekî, lê bi heft dilan dil dikevin hevûdu. Lê kişandina fîlmê wan bi dawî tê û Hama Elî vedigere başûrê Kurdistanê. Ayçayê jî giraniya xwe dide karê xwe li Stenbolê.

Lê agirê evînê herku diçe gurtir dibe. Ayçayê ji bo evînê biryarê dide ku here Kurdistanê. Lê biryar ji aliyê malbata wê ve nayê pejirandin. Li aliyê din ne hêsan e ku hevalên xwe û jiyana li Stenbolê li dawiya xwe bihêle. Ayçayê biryara xwe dide û derdikeve rê. Rê dirêj e, ji Stenbolê dest pê dike, di ser rojhilatê Kurdistanê re xwe dighêjîne başûrê Kurdistanê. Zêdeyî 6000 km. rê li paş xwe dihêle. Di dema şer de tê Kurdistanê. Li Iraqê li hemberî rejîma baas operasyona Emerîka dest pê kiriye û tevlîhevî heye. Lê pêwîst e Ayçayê Hama Elî peyde bike...

Fîlmê "Çûn" ji aliyê derhêner Hüseyin Karabey ve hate afirandin. Lîstikvanê kurd Hama Elî-Xan û şanogera nasdar ya tirk Ayça Damgası sereklîstikvaniya fîlmê di nav xwe de pay kirine. Kişandina fîlmê "Çûn", anku "Gitmek" bi dawî hatiye û fîlm di payîzê de dê derkeve pêşiya temaşevanan. Li gorî Haber Aktuel ê, fîlm, li Stenbolê, Amed, Mêrdîn, Sîlopî, Wan, Urmiyê, Erbîl û Silêymaniyê hatiye kişandin. Birêvebiriya wê ji aliyê Emre Tanyıldız ve hatiye kirin. Kemal Sahir jî li ser muzîka wê xebitiye.

Di demek wisan de ku ji bilî dengê gefên serleşker û hikûmeta Tirkiyê nayê, kişandina fîlmek wisan li ser evînê, evîna Ayçayê û Hama Elî ku sînora nas nake pir bi wate ye. Car caran hişkiya polîtîk rêyan dixitimîne. Huner û edebiyat navgînek mirovahiyê ye ku rê vedike. Hêviyên nû peyde dike. 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]