|
6/5/2007 Sekreterê giştî yê Amnesty International Khan:Pêwsît e Çîn û Îran îdamê rawestînin (Zarathustra News) Sekreterê giştî yê Amnesty International Irene Khan li ser hejmara îdamkirina mirovan rapora xwe ya salê li peytextê Italyayê, li Romayê pêşkêşî çapemeniyê kir. Li gorî hejmarên fermî, di sala 2006 en de bi hindikayî 1591 kes hatiye darvekirin. Li 25 welatan 3861 kes bi îdamê hatine cezekirin. Ji ber ku gelek welat naxwazin îstatîstîka îdamê belav bikin, hejmara kesên darvekirî bêhtir e. Li gorî Khan, Çîn di îdamkirina mirovan de dorê nade çi welatên din. Mirov ji awira fermî dikare qala 1010 kesan bike. Lê hejmara nefermî li derûdora 8000 kesan e. Çîn dibêje ku hejmara kesên îdamkirî sira dewletê ye û nikare bê belavkirin. Li Îranê jî bi hindikayî 177 kes hatin îdamkirin. Li gorî salên berê, li Îranê hejmara kesên tên darvekirin bilind bûye. Tiştê herî xirab ew e ku mirovên tên mehkûm kirin zarok in. Sala derbasbûyî 4 kes ji wan hatin darvekirin. Îran, li gorî peymana ku îmze kiriye wezîfeya xwe bi cî nahîne. Di meha gulanê de jinek û mêrêk bi keviran hatin ricimandin û kûştin. Li pakîstanê 82 kes hate dervekirin. Di nav wan kesan de zarok jî hene. Li Sûdanê 65, li Iraqê jî 65 kes hatine îdamkirin. Khan, di dawiya axafina xwe de wisan got: Di cîhanê de rawestandina îdamê mûmkûne. Dema welatê mezin, bi mezintiya xwe rabin dikarin pirsê çareser bikin. Îro li cîhanê bi qasî 20 000 kesan li benda roja darvekirina xwe ne. Cezayê îdamê derveyî mirovahî ye. Vekirî tê dîtin ku bi cezayê îdamê şer û pevçûn, pirsgirêk çareser nabin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |