NEWROZ

نوروز


6/10/2007

Efûya li Iraqê didome

(Zarathustra News).

Ji destpêka meha ramazanê hetanî niha efûya li Iraqê hatibû îlankirin hîna jî didome. Li gorî daxuyaniyên arteşa Emerîka, ji destpêka meha ramazanê hetanî niha 707 kesên mehkûm azad bûne. Kesên hatine berdan çi tehdîtekî li hemberî ewlekariya welêt pêk nahênin. Kesên azadbûyî dê bêne perwerdekirin û ew dê li gorî baweriya xwe bi berpirsên olî re rûnin. Her mehkûmekî azadbûyî kefîlê xwe heye û kefîl dê raçavkirina wî li derve bike.

Li girtîgehên di bin îdareya Emerîka de zêdeyî 20 hezar girtî hene. Li gorî programa efûyê, ji destpêka ramazanê hetanî roja dawiyê, her roj dê 50 kes bêne azakirin.

Li Herêma Kurdistanê jî hejmarek e mehkûmên ji derveyî sucê terorê hene. Dezgeha Mafê Mirovan Human Rights di rapora xwe a berî niha de bi firehî li ser rewşa girtîgehên herêmê rawestiyabû. Ji ber miameleyên xirap, berpirsên girtîgeha hatibûn rexnekirin.

Li Sûriyê qala derketina efûyekî hat kirin. Li Iraqê efû derket. Li Tirkiyê niqaşa efûyê di rojevê de ye. Lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê heyanî niha qala efûyê ji bo girtiyên derveyî sucê terorê nekiriye. 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]