NEWROZ

äæÑæÒ


4/7/2007

Diyariya bi wate ji Komkar ê: 1000 pirtûk ji bo Pirtûkxaneya Kurdî

(Zarathustra News)

Piştî peymana di navbêra dezgeha Yekitiya Ewropayê-IFIAS û Sara yê de biryara avakirina "Pirtûkxane & Mûzexaneya Kurdî li Amed ê" hatibû girtin. Ji bo avakirina wê, Swêd ê jî biryara alîkariyê dabû. Îro amadekariya avakirina vê dezgeha kurdî bi xurtî didome. Sara û IFIAS bi hevûdu re dê di bînahiyekê de xebata xwe bidomînin.

Li ser navê "Pirtûkxane & Mûzexaneya Kurdî li Amed ê" Goran Candan berî niha bi daxuyaniyekê dabû nîşandan ku ew li li welat û derveyî welêt li benda weşanxane, kes û dezgehên kurdî ne ku ji bo dewlemendkirina dezgehê ji awira pirtûk, kovar, fîlm, CD û hwd. bibin alîkar. Dengê pêşî yê bi wate ji Komkar ê hat. Komkar, bi 1000 pirtûk û kovarên cewaz gava yekem avêt. Daxuyaniya "Pirtûkxane & Mûzexaneya Kurdî li Amed ê" ji bo alîkariya Komkar ê wisan e: Me î roj pir bi şahî û dilxweşiyek mazin hezar (1000) pirtûk û govarên kurdî yên cihêreng, wek diyarî ji bo projeya avakirina "Pirtûkxane & Mûzexaneya Kurdî li Amed ê", ji Navenda KOMKAR SWÊD ê, wergirt. Em pir supasiya KOMKAR ê dikin ku ev çend salên dûr û dirêj bi hesta parastin û pêşvebirina çand û wêjeya kurdî dilive!

Loma erkê ser şanê me her kurdperwerekî ye, ku em bi hemû hêz û şiyana xwe, xwedîtiya çand û wêjeya kurdî bikin. Wek dihêt zanîn, salên dûr û dirêj, wêje û çanda xelkê me li jêr talanê, li ber xetera man û nemanê maye. Wan desthilatdarên ku li ser xaka welatê me, xwedî hêza mîretiyê (dewlet) ne, bi çi awayekî biçûk jî, xwedîtî li çanda kurdan ne kirine. Bervacê vê, bûne alîkar ku ev kelepûr û nirxên me yên wêjeyî, çandî sist û lawaz bibin û li dirêjahiya demê jî, ji holê rabin, winda bibin.

KOMKAR li her navendên xwe yên cihê, bi karê komkirin û parastina wêjeya kurdî, xwedî liv û tevgerek bi nirx e. Spas ji bo piştgiriya Komkar ê.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]