NEWROZ

äæÑæÒ


31/3/2007

Weşan û rewşenbîrên kurda dengê xwe bilind dikin:

"Rojnameya Azadiya Welat ne bi tenê ye!"

(Zarathustra News).

Hejmara rewşenbîr û weşanên kurda li hemberî biryara dadgeha Tirkiyê, ji bo rawestandina Rojnameya Azadiya Welat her ku diçe mezintir dibe.

Kovara Sîrwan ku weşana xwe ji Swêd, bajarê Gevle dike, beyanek belav kir. Beyan li ser navê redaksiyona kovarê, gerînedeyê giştî Seyidxan Anter, sekretera redaksiyonê Wenda Haco, webmasterê malperê, endamê redaksiyonê Ihsan Batte, û birêvebirên din Ayşe Guler, Azad Heyderî, Barîn Aldûr, Carina Lundin, Fredrik Wahlberg, Ismet Uzun, Memo Battê, Mustafa Almaz, Sakar M. Rahim, Salih Agir Qoserî, Xeraman Y. Dergeleyî hat belavkirin. Wisan tê gotin: "Em girtina Azadiya Welat ji aliyê dewleta tirk ve şermezar dikin û hefteyekê em navê xwe diguherîne Azadiya Welat".

Malpera urmiye.org, anku Roja Welat dîtina xwe di bin logoya Azadiya Welat de wisan diyar dike: "Cezakirina Azadiya Welat cezakirina kurdan e. Em qedexekirina dibistana zimanê kurdî -rojnameya Azadiya Welat, şermezar dikin."

Malpera Celadet Alî Bedirxan, anku celadet.com jî wisan nivîsîye: "Em qedexekirina yekem rojnameya rojane ya kurdî şermezer dikin. Azadiya Welat azadiya kurdî ye."

Di malpera lotikxanê.com de, rojnamevan-nivîskar Gabar Çiyan di qûncika xwe ya vê hefteyê de bi firehî li ser rola Azadiya Welat radiweste. Li hemberî girtina Azadiya Welat helwesta xwe diyar dike. Û nerazîbûna xwe tîne zimên.

Hejmarek ji rewşenbîrên kurda jî li hemberî girtina Rojnameya Azadiya wisan gotin: Azadiya Welat ne bitenê ye. Û em li hemberî girtina wê em nerazîbûna xwe tînin zimên. Rewşenbîrên ku li hemberî girtina Azadiya Welat nerazîbûna xwe anîne zimên ev in: Firat Cewerî (rojnamevan-nivîskar), Mustafa Cizîrî (sîyasetvan, ji partiya çep ya Swêdê), Mahsum Özer (helbestvan) Zerdeşt Kahraman (siyasetvan), Gabar Çiyan (gerînendeyê Zarathustra News), Lokman Polat (nivîskar), Kamran Simo (helbestvan-nivîskar), Serkan Brûsk (helbestvan-nivîskar).

Piştgiriya Aşûriyan

Enstîtuya Mezopotamya navenda xwe li Swêdê ye. Li ser ziman, çand, dîrok û wêjeya Asûriyan lêkolînan dike. Serokê Enstîtuya Mezopotamya yê Jan-Bet Şawoke li ser biryara girtina Azadiya Welat dîtina xwe anî zimên û wisan got: Bi taybetî piştî îlankirina komara Tirkiyê, dewlet bi zanatî û bi şêweyek sîstematîk êrîşê dibe ser weşanên kurdî û aşûrî. Cihê Azadiya Welat giring e. Kurd rojane bi zimanê xwe bi kurdî dixwînin, bi kurdî hizirdikin. Ev yek li hesabê dewletê nayê. Em helwesta dewleta Tirkiyê li hemberî Azadiya Welat şermezar dikin (Zarathustra News).

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]