|
30/6/2007 Şaredarê Hekariyê Metin Tekçe: Em tirkbûyînê qet napejirînin! (Zarathustra News) Bûroya hilbijartinê ya DTP ê li Hekariyê vebû. Bi mûnasebeta vekirina bûroyê de şaredarê Hekariyê Metin Tekçe axaftinek kir. Axaftina Tekçê berê xwe da beyanên serfermandariya leşkerî ya Tirkiyê-GKM ê. Wisan got Tekçe: Li Tirkiyê tiştê ku ji kurdan tê xwestin, bêdengî ye. Pejirandina tirkbûyîn e. Nayê pejirandin ku kurd qala perwerdeya bi zimanê kurdî, jiyana azad û azadiya nasnameya xwe bikin. Kurda di 30 salên şerê qirêj de fedekariyên mezin da. Îro jî ji kurdan fedekariyên zêde tê xwestin. Pêwîst e dewlet li hemberî kurdan nêzîkayiyek e bidil bike. Tekçe di nava axaftin xwe de li ser beyana GKB rawestiya. Li gorî nûçeya Gever Yuksekovayê, Tekçe dîtina xwe li ser beyanê wisan got: Beşek ji beyanê berê xwe ne li AKP ê û ne jî hilbijartina serekomartiyê bû. Di beyanê de, kesên ku nebêjin "Ne mutlu Turkum Diyene" mîna neyaran hatiye îlankirin. Em jî dibêjin, em hevwelatiyên Komara Tirkiyê ne. Em ji Tirkiyê ne, lê em kurd in. Em tu caran nebûne tirk û em ê qet nabin tirk! Tekçe, di dawiya axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo berendamê parlementoyê Esad Canan nîşan da: Li Hekariyê heta roja me dîrok hatiye nîvîsîn. Emê di 22 temûz ê de carekî din, bidestxistina 3 parlementerê din, rûpelek nûjen bidin nîvîsîn. Hekarî, berî niha û pêşerojê dê rêberiya azadiya kurda û têkoşîna civata kurda bike. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |