|
29/3/2008 Di Musîka Klasîk ya Ewropî de şewqa stêrkekî Kurda: Hunera Mîrzo musîknasên ewropî şok kir Zarathustra News Ta nuha hunermendên kurd di ware musikiya klaskke ewrupî de zêde de ciyekî negirtibûn. Ev cara yekimîne, bi gavek e modern û hilmek e nû ku kurdek tê cihekî bilind û berbiçav di dinê û musîka klasîke ewrupî de. Xorekî 19 Salî ku tu car di jiyana xwe de Kurdistan neditiye nave KURD bi herfên zêrin nîvîsan li ser birca Musikiya Erwupî de. Ev Xortê bi hunerekî bê sînor, Davud MÎRZO ye. Kurê musîkavanekî kurdên Gurcistanê ye. Bave Davud MÎRZO, J. Mîrzo kurde Gurcistane ye . Ji zarukî de bala xwe dide musîkî. Ji bavê xwe lêxistinê zirne û kemançe hîn dibe. Ji tinebune bavê wî, wî dixe dibistana ordiya – leşkerê- sor şaxa musîkî. J. MIRZO dibistan û zaningehe leşkeriyê sowetistanê dikedine û di ordida dikeve senfoniye,orkestrayê û nav dide. J. MIRZO yek ji mezintirîn hunermendê Sowyetistanê dibe. Bo konseran di sala 1988 tê Pragê. Di ve navê de leşkere Sowyet û welatên komunîst hildiweşin. Li Pragê dimîne. Çiqas navdar jî be, ji nezaniya zimên û ji ber dijminatiya gelê Çek hemberî Sowyetê wek gişti bê kar dimîne, dibe penaber. Di sala 1989 de kure wî Davud tê dinê. J. MÎRZO her tiştê xwe bo zaruke xwe seferber dike. Dev ji kariyerê xwe berdide. Dibe mamostê kurê xwe. Bi şev û roj kar dike ji bo ku karîbe dibistanên kure xwe fînanse bike. Davud Mîrzo 18 saliya xwe de Konservatore bajerê Pragê – ku yek ji dijwartirîn Konservatore cîhane ye – xelas dike. Raste rast dikeve 3 yaningehên Musîka. Li Prag, li Koln – Almanya û Novosibirsk – Rusya. Ev salekî ye jiyana wî di nav van her sê bajaran de derbas dibe. Heftê kêmanî rojkî xwe di balafirê de derbas dike. ”Ez balafirê de jî diçim destave ta ku dikarîbim çend seetan keman ê lêxim, wextê min vala derbas neçe” dibeje Davud. Dayika wî, bapîra wî di dikanên xwe de sibê ta evarê kar dikin ta ku bikarîbin masrafa xwendina Davud bikin. Bapira wî Tebriz Mirzo 76 Salî ye. Şeva Konserê de bi kurdîkî zelal digot :” Bavê min ê rehmetî ji ber destê Romê revîya bû, hatibû Gurcistanê. Jiyana wî û ya me tevde di nav tengasî û bindestî de derbas bû. Rast e li Sowyetê kuştin, lêxistin tûne bû. Lê gurcî jî, uris jî ji kurdan re gelek teede dikirin. Lê dîsa jî me dev ji kurdbûna xwe berneda. Min nebiyên xwe di vê xeribiyê de bi kilam û loriyên kurdî mezin kir. Wî jî serê me û serê gelê xwe bilind kir. Ji vê şunda ez bimirim jî xem nîn e, min ve roje piroz jî dît, ew bo min bes e” Bajarê Prag, di cîhane de bi “ Bihara Prag “ tê nasîn. Bihara Pragê, festîvala musîkîya klasikî herî mezin di Ewrupayê de ye. Her sal berya destpêka vê festîvalê, dehan komîsyonên ji kesayetên herî navdarên musîkîya klasîk a cîhanê, di nav endaman de kesên herî jîr hildibijêrin. Ew kesên ku hatin hilbijartin êdi ji wan re esmana Musîka Klasîk vedibe. Îsal Komisyona Bihara Pragê wek hunermendê ciwan yê sala 2008an, Davud MÎRZO hilbijart. Nuçeya hilbijartina Davud MÎRZO (David MIRZOEV) mîna birûskekî di nav zanyarên, pisporên Musika Klasike Ewrupî de belav bû… MÎRZO navekî nenas û xerîb… Ne Muller e, ne Wagner, ne Jonson, ne ji Jakobson. Le ew MÎRZO ye, Mirzo me ye, Mîrozyê ji Kurdistanê ye... “ Hevalên min 8 saetan kar bikin, divê ez 16 saetan kar û xebatê bikim ku karîbim pêşve bikevim. Tev dizanin ku ez ne ewropî me û malesef Xenofobî û rasîzim di nav hunermenda jî heye. Ew wusa dizanin ku Hunera Musîka Klasîk tenê bo zarokên arîstokratên, dewlemendên ewrupî ye. Bi zorê qebûl dikin ku ez vê hunerê ji zaroke wan baştir zanim. Min isbat kir ku Kurdekî ji wan baştir dikare Musîka Ewrupî lêxe….”, dibeje Davud Mîrzo, serbilindiya gelê Kurd. Roja 21 ê adare bo serketina Davud Mîrzo di navdartirîn Qesra Musîkîya Ewropa bi navê RUDOLFINUM li Pragê – ku ji ali imparatorê Avusturya Rudolf II. hatibû avakirinê – konserek pek hat. Tevayê musîkanas û arîstokratên Ewrupayê, sedan kesên navdar beşdar bûn. Serasolîst û stêrika konserê, kure gelê Kurd Davud MÎRZO bû. Davud Mîrzo di 21 adarê de, yadîgara herî mezin ya Newrozê da gelê xwe, wî nave xwe û yê gelê xwe wek sterkekî derxist esmana musikîya klasîka Cîhanê…. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |