|
26/5/2007 Amnesty International: Dijîtiya îslam û cihûtiyê xurt dibe (Zarathustra News) Rapora Amnesty International ya 2007 an li London ê bi civînek e çapemeniyê hate belavkirin. Sekretera giştî yê Amnesty International-AI, Irene Khan bi mûnasebeta belavkirinê raporê de dîtinê xwe anî zimên. Khan, rapora salê bi kinahî nirxand û wisan got: Cewaziya di nav musilman û nemusilman de her ku diçe mezintir dibe. Bi derxistina qanûnên terorê û tedbîrên li roavayê Ewropayê gelek kes ji aliyê polîsan ve hate fîşkirin, anku qeyidkirin. Netehemûlkirina îslamiyet û cihûtiyê zêde bûye û li hemberî komên olî gavên neyenî li gelek deverên cîhanê pêk hatin e. Nijadperestî û neyartiya biyaniyan li Ewropayê, berepêş çûye. Nekirina şerê nijadperestiyê, kêmasiya serokatiyên wan e. Helwesta li dijî hizirkirina azad li gelek deveran bi şêweyek vekirî hat kirin. Li Tirkiyê li dijî nivîskar û parêzvanên mafê mirovan dawe hatin vekirin. Internet ji bo mûxelefeta tekoşer bûye eniyek nû. Lê ji ber herikandina deng û behsan û têkiliyên di net ê de, şîrket û kes ketin ber xezeba hejmarek dewletên mîna Îran, Sûriye û Zîmbabwe... Yekîtiya Miletan di sala 2006 an de li hember gelek bûyerên giring ya nexwest gavan bavêje, anjî bêtecrube bû ku destê xwe dirêjî pirsan bike. Pirsên li Kolombîa, Srî Lanka û Rojhilatanavîn beşek ji wan pirsan bûn ku hatin jibîrkirin. Mafê jinan 185 dewlet bi şêweyek fermî peymana `parastina mafê jinan li hember sebîqekirinê` îmze kirin. 62 dewlet beşek ji bendên di peymanê de hene, nepejirandin. 9 dewletan peyman îmze nekirine. Salê 2 mîljon kes dibe qûrbana bazara firotina jinan. Bûyerên firotina jinan li 137 welatan dibe. Bazara jinan bêhtir li navend û rohilata Ewropayê, Roavayê Afrîkayê û Latîn Emerîkayê dibe . Bazara çekan Welatên Asya, Rojhilatanavîn, Latîn Emerîka û Afrîkayê salê bi qasî 22 mîlyar dolar çekên cewaz dikirin. Ji % 85 ji wan çekan diçe cihên şer. Cezayê darvekirinê û îşkence Li cîhanê di zindanên cewaz de zêdeyî 20 hezar kesan li bendî roja îdamkirina xwe ne. 1591 kes hatin darvekirin. Li 99 welatan cezayê îdamê hate rakirin. Li 69 welatan cezayê darvekirinê berdewam e. 144 welatan peymana `li dijî îşkencekirinê` pejirandine. Li 102 welatan bi şêweyên guhertî îşkence hatiye kirin. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |