NEWROZ

نوروز


26/12/2007

Kovara hefteyî Aksiyon: Ji bo çareseriyê axayên aşitiyê dikevin dorê

Zarathustra News

Diyar e ku operasyonên tirka li başûrê welêt, beyanên Erdogan ji bo qanûna poşmaniyê û gavên PKK ê ji bo bilindkirina şer, helwesta hikumeta herêmê û kirinên DYE dê demek e baş di rojevê de bimîne.

Kovara Aksiyon ku ji heftê carekê li Tirkiyê derdive, di hejmara xwe a nû de qal dike

ku, ji bo çareseriya pirsê axayên kurda xwe amade dikin ku çend gavên erênî bavêjin. Ev nûçeya kovarê dixwaze awirek e nû bide rojevê.

Li gorî nûçeya Aksiyonê, koma aşitiyê ji 30 kesan pêk tê. Ev kes nasdar in. Di destpêkê de dê xelkê li ser pirsê agehdar bikin û bi malbatên zarokên xwe di şer de winda kirine rûnin, paşê hevdîtina bi PKK ê re pêk bînin. Ji bo ku rê li ber çewtiyan bigirin, ew dê encama xebatên xwe eşkere nekin .

"Ji bo ku rijandina xwînê rawetse, nuha aşitî" slogana wan e. Ew dixwazin bê şert û merc PKK çekên xwe deyne. Ji bo çareseriyekê dê hewil bidin ku dewlet û PKK li ser maseyekî rûne.

Heyeta aşitiyê ji awira çareseriya pirsên xwîniyê xwedî tecrûbe ne. Wan hejmarek pirsgirêkên nav eşîran, b şêweyekî aştiyane bi dawî aniye. Yek ji wan kesa Haci Şanli ye.  Şanli 63 salî ye û serokatiya komela hevkariya Lîceyiyan dike. Wî, 439 pirsên xwîniyê bi dawî aniye. Gelek caran navê wî di madîa derveyî welêt de jî belav bûye. Wisa dibêje Şanli: Li welêt ji % 85 pirsên xwîniyê bi aşitiyê bi dawî hatiye. Dema mirov pirsê wisan dikarîbe çareser bike, pirsa şer jî dikare çareser bike. Çi ji destê me bê em dê bikin.

Sakine Arat jî dixwaze di vê konaxê de cî bigire. Arat du zarokên xwe li çiyê û yê mezin jî li zindanê winda kiriye. "Gelek dayik digirîn. Bila ev girî bi dawî were", dibêje Dayika Aratê û dixwaze rolekê wergire.

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]