|
25/1/2008 Jimara 103an a Kovara Nûbiharê Derket Kovara çand huner û edebîyatê Nûbihar jimara xwe ya 103an weşand. Di vê jimarê de, digel nivîsên ku li ser rojevê hatine nivîsîn, gellek meqaleyên cûr be cûr, hîkaye, şi’r û danasandina pirtûkan cih digire. Li ser rojevê û pêkhatinên nû, du meqaleyên ku Süleyman Çevik û Ali Karadeniz nivîsîne di vê jimarê de cih digrin. Nivîsa M. Muhammed Bêrkevanî li ser cejna qurbanê nivîsîye, li ser wateya qurbanê û gelek mijarên ku bi qurbanê ve elaqedar e, bi dor firehî rawestîyaye. Li ser huzna Kerbaleyê Sadık Yalsızuçanlar nivîseke gellekî ji dil nivîsîye. Ayhan Geverî ji bo Antolojîya Şi‘rên Kurdî bi amadekarê wê Selim Temo re hevpeyvîn kirîye. Sever Işık, Hatice Mollakendi heryekê bi ceribandinekê di vê jimarê de cih digirin. Du nivîsên li ser wefata Ordîxanê Celîl bi qelema Receb Dildar û wefata Mehmed Uzun bi qelema Aziz Samur weşîyane. Bi şi’rên xwe Sidîq Gorîcan, Raîfê Bêçare, Bamed Serdar, Dilşad Mutî, Kamran Simo Hedilî, Seyid Ahmet Kaya di vê şa’irên vê jimarê ne. Ji Mewlana Celaleddîn, ji Rudyard Kipling şi’ra wî ya gellekî navdar “Ku”, ji Heinrich Heine, Ulla Hahn şi’rek hatiye wergerandin. Cankurd, Lokman Polat, Murad Pola, Xweşmêr, Ahmet Akın, Seyda Ronahî, Seydayê Cirnêreş, Serfiraz Şewat, Nuraya Boşatî jî bi nivîs û hîkayeyên xwe xwe di vê jimarê de cih digirin. Abdulkadir Bingol, xwarinên Cizîrê daye nasandin. Nûbihar: Tel: 0212 519 00 09 e-mail: info@nubihar.com - nubihar@gmail.com |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |