NEWROZ

نوروز


23/9/2007

Kevneşopek 1.77 milyon salî a mirovan hate dîtin

(Zarathustra News)

Li Gurcîstanê şopek kevnare a mirovan piştî kolandina arkeolojîk derket holê. Pêşiyên mirovan ji gelek aliyên xwe dişibine însanên roja me. Îdîaya ku hetanî niha dihate kirin ew bû ku, bavê mirovahiyê ji Efrîka peyde bûye. Lê kevneşopiya (fosil) hatiye dîtin nîşan dide ku, pêşiyên însanan bi meşê çûne gelek deverên dur û li cîhanê belav bûne.

Serokê koma lêkolînê David Lordkipanidze di muzeya netewî a Gurcîstanê de dixebite. Wî anî zimên ku, fosîlên hatine dîtin, ji bilî serê xwe pêve ji gelek awiran ve weke mirovên roja me ne. Fosîlên 4 mirovan hatine dîtin, yek ji wan ciwan e. Lêkolîn di kovara Nature de hate weşandinê. Li gorî  nûçeya kovarê, kolana arkeolojîk li başûrê Tîflisê nêzî cihê Dminisiyê tê kirin û fosîl jî li wir hatine dîtin. Kevneşopa mirovan temenê xwe li dora 1.77 mîlyon salî ye.

Şopa berî niha li çola Afarê, li Etopyayê hatibû dîtin û emrê xwe bi qasî 3.5-3.8 milyon salan bû. Zanîngeha Cleveland li Emerîkayê ew peyde kiribû.

 

 

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]