NEWROZ

نوروز


23 /8/ 2007

ŞEVEK JI BO ROMANÊ DI KOÇIKA QAMIŞLO DE

Li bajarê qamişlo di 10 tebaxê de di xeleknameya karê xwe yê mihane de koçika qamişlo ya çandeyî şeveke nû li dar xist .

Bi amadebûna gurûpek rewşenbîr û pisporin romanê koçikê mêvandariya mamoste yê pispor bi lêkolînên rexneyî û lêkolînên wêjeyî de rêzdar xalid cemîl mihemed kir ji pêşkêş kirina simînarekê re ya binavê (ziyanên li romanê têne kirin di riya wergerandiê de ) romana kurdî nimûne.

Di pey bi xêrhatin kirnê û danasînê bi simînar bêj ji alî mamoste hiyam ebdulrehman endama koçikê ve , mamoste xalid mihemed dest bi simînara xwe kirû got:

Sipasiyê me ji koçikêrene li ser daxwazkirin û amade kirina vê şevê û ne xasme amadebûyan ku mamostenê mejî di nav wande hene .

Û kêfxweşim ku em bi hevre binêrin li  ziyanên ku di gihine romanê di riya wergerandinê de , ne tenê di gotin û bêjeyan de lê belê di avahiya romanê û hevokên wêde .

Û romana kurdî kire nimûne , ji wan jî romana (sê şev û sê roj ) ya roman nivîs laleş qaso , ya ku hatiye wergerandin ji bal mamoste ibrahîm mehmûd ve û têde pêrgî gelek şaşîtiyên kujek bûye  yên ku di şevêde dane xuyakirin .

Û mamoste  xalid nîşan kir ku hin berhemên dîtir yên laleş hatine wergerandin ji wanjî   wergerandina mamoste fewwaz evdê ne ku min rexneyên xwe pêşê dan û gelek pê şad bû û pêşwaziya rexneyan kir wek erkekî nvîskarî .

Û simînar bû cihê balkêşiya amadebûyan, û gelek têbînî û têkilî hatin kirin û di pey sipasiyê re ji simînarbêj û koçikê û amadebûyan ve şev bi dumahî hat kirin

Û ta şeveke dî em we vexwendî koçika qamişlo ya çandeyî dikin.

KOÇIKA QAMIŞLO YA ÇANDEYÎ

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]