NEWROZ

äæÑæÒ


22/7/2007

Kaniya nû ya aboriyê: Turîzma li Mêrdîn û Rihayê

(Zarathustra News)

"Mêrdîn û Riha ji awira cihên dîrokî ve pir dewlemend in. Di van salên dawî de bi saya GAP ê xwezaya herêmê şîntir bû. Dîrok û xweza bala şîrketên fîlman kişand. Li herêmê hejmarek fîlm hatin kişandin. Çapemeniyê bi erenî qala mintîqê kir. Ev tev bûn sedem ku turîst zêde werin Rihayê û Mêrdînê. Hejmara kesên hatine herêmê di salekê de bû du (2) qat û herku diçe ev hejmar zêde dibe."

Belê xwediyê vê beyanê Serokê Sazûmana birêvebiriya TÜRSAB GAP ê yê herêmê Fikret Murat Tural e. Li gorî Mardin.comê Piştî Mêrdîn û Rihayê, niha berê turîstan dikeve aliyê Entab, Halfetî û Oguzeliyê. Turîst beri niha ji derveyî welat dihatin û bêhtir li aliyê Mêrdîn û Midyadê digeriyan. Hejmara wan bilind bû. Lê piştî ku rêzefîlm li wir hatin kişandin çanda herêmê bala gelek kesên Anatoliayê kişand. Turîzma li hindûr pir xurtir bû û turîstên ku ji Anatoliyê tên bi grubên mezin, bo otobusan li cihên dîrokî û xwezayî tên gerandin. Bi bilindbûna serdana turîstan şîrketên otobusan û otelên li herêmê hatina xwe ya aborî pir zêde bûye û bazara wan deveran pir xurtir dibe.

ÇáÕÝÍÉ ÇáÑÆíÓíÉ | ÃÎÈÇÑ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ | ÌÑíÏÉ ÇáæÍÜÏÉ pdf | ÇáÊÞÇÑíÑ ÇáÓíÇÓíÉ

ÈíÇäÇÊ æÊÕÑíÍÇÊãÎÊÇÑÇÊ | ÅÕÏÇÑÇÊ | æËÇÆÞ | ÔÄæä ÇáãÑÃÉ | ÃÏÈ æÝä | ÇáÃÑÔíÝ | ãä äÍä

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]