NEWROZ

äæÑæÒ


22/6/2007

Projeyek nû ji Enstituya Kurdî ya Brukselê: Rojên nirxandin û danasîna çîrokên kurdî û beljîkî

(Zarathustra News).

Di adara 2008 de Enstituya Kurdî ya Brukselê bi alîkariya Wezareta Kultûrî komikek ji nivîskarên Kurd vexwendî Beljîkayê dike ku bi çend nivîskarên Beljîkî re sê rojan li ser wêje û bi giştî û xebatên xwe biaxivin.

Bes kesên ku roman, çîrok û helbest nivîsîne dikarin beşdar bibin. Berhemên lêkolîn û rojnamevanî derbas nabe.

Nivîskarên ku hatine pêşniyazkirin Lokman Polat, Helîm Yusuf, Ferhat Pîrbal, Rukiye Özmen, Celîlê Celîl, Keremê Ankosî, Medeni Ferho, Necîb Balayî, Gabar Çiyan, Faysal Dağlı, Şahîn Sorekli, Rojan Hazim, Hasan Kaya, Ibrahim Salman, Orhan Miroğlu ne.

Serokê Enstituya Brikselê Derwêş M.Ferho li ser projeyê dîtina xwe wisan anî zimên: Wek tê zanîn Enstituya Kurdî ya Bruksel ê ji 1978 an û vir de ji bo berjewendiyên Kurdan û Kurdistan ê dixebite. Ji 65 pirtûk, bi mijar û zimanên cihê weşandine. Du kovaran, bi zimanê Holandî (De Koerden) û Frensizî (Les kurdes) diweşîne.

Amanca vê projeya me ew e ku wêjeya Kurdî, bi mijarên cihê û awayên cihê (roman, helbest, çîrok) û nivîskarên cihê bi ya beljîkiyan bide naskirin. 7-8 heb nivîskarên kurd û 4-5 nivîskarên beljîkî ewê di 3-4 rojan de berhemên xwe û nivîskariya xwe bidin naskirin.

Ji her du aliyan ew ê werger werine amadekirin û pêşkêşkirin.

Ji nav nivîskaran me bîst kesek agehdar kiriye. Em binêrin kî bersiv dide û kî dikare were. Bijartin di destê nivîskaran bi xwe de ye. Eger ew di nava çarçewa projeyê de cî bigrin, ango, romannivîs, çîroknivîs û helbestvan bin, berhemên wan hebin pirs hal dibe .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]