NEWROZ

نوروز


22/10/2007

Amnesty International:Cezayê Îdamê ji holê rakin

(Zarathustra News)

10 ê Çiriya Pêşîn, roja rawestandina cîhanê a li dijî cezayê îdamê ye. Dezgeha Efûyê a navnetewî-AI ji Yekîtiya Netewan-UN daxwaz dike ku, bang li tevayê welatan bike. Da ku UN bi munasebeta vê roja giring de, biryarekî navnetewî derxîne ku cezayê îdamê ji holê rabe, nemîne.

133 dewletên endam, cezayê îdamê rakirine. Tenê 25 welat cezayên îdamê bikar dihêne. Ji % 91 ê van kesên hatine cezekirin, ji Çîn, Îran, Iraq, Pakîstan, Sûdan û DYE ne. Di 2006 an de 1 591 kes hatine îdam kirin. Li gorî salên derbasbûyî, ji % 25 hejmara xwe kêmtir bûye.

Roja navnetewî a li dijî cezayê îdamê, ji aliyê hereketa "World Coalition Against the Death Penalty-WCADP" ve tê organîze kirin. AI bi 63 dezgehên din yê navnetewî re piştgiriyê dikin. Ji bo rakirina cezayê îdamê, li tevayê cîhanê kampanya berhevkirina nav û îmzeya dest pê kiriye û Amnesty International bi xurtî beşdariya vê kampanayê dibe.

Kampanya dezgehên navnetewî li dijî cezayê îdamê, 10 ê mehê dest pê kir û dê hetanî 13 ê mehê bidome. Di wan rojan de, dê gelek çalakî bêne kirin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]