NEWROZ

نوروز


21/9/2007

Amnesty International: Li Sûriyê 38 şêweyên îşkence tê bikaranîn

(Zarathustra News)

Dezgeha navnetewî a efûyê-AI di rapora xwe de li ser rewşa girtîgehên Sûriyê radiweste. Rapor hişkiya birêvebirên dewletê li ser kesên girtî derdixîne holê û helwesta wan li hemberî girtiyan bi hişkî rexne dike. Rapora AI wisan e:

Di 2007 an de hatiye ispatkirin ku, li Sûriyê di girtîgehan de 38 şêwe îşkence li ser kesên girtî tên bikaranîn. Li gorî parêzgerên girtiyan, îşkenceya sîstematîk nabe cihê pirsa lêkolîn û ji holê rakirinê. Îfedayên di bin îşkencê de têne girtin, anku li xwe mukirhatina di bin îşkencê de, di dadgehan de weke belge, ispat û delîl têne bikaranîn. AI dizane ku, di girtîgehên Sûriyê de, ji ber îşkencê mirin jî pêk tê. 2007 an de hejmara kesên hatine qetilkirin 3 kes in.

Di 2007 an de 7 kes bi 5-7 salan hatine cezekirin. Lê birayara dadgehê ne bi edalet bû. Wan ji bo pêşketina demokrasiyê bi rêya internetê nivîs belav kiribûn. Li gorî qanûna 278 an, bi belavkirina nivîsan bûye sedema têkbirina têkiliyên Sûriyê bi welatên din re. Kesên hatin cezekirin anîn zimên ku, îfadeyên wan bi îçkencê hatiye girtin û di hucreyan de dihatin raçavkirinê.

AI qal dike ku, kesek bi navê Kerem Arabji ji ber çalakiyên xwe yên demokratîk hatiye girtin. 3 meh in di hucreyên girtîgehê li Şamê tê raçavkirin. Bi îhtîmalekî mezin tê îşkence kirin.

AI dixwaze ku, li Sûriyê îşkence raweste û mafên girtiyan li gorî normên welatên demokratîk li ber çavan bê girtin.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]