|
21/8/2007 Têkiliya cinsî rûhê mirovî rehet dike (Zarathustra News) Lêkolînên piralî li ser sûdên eleqata cinsî didome. Li gorî zaniyariyên hatine belavkirin, piştî xweşiya valabûnê, hormonên kêfxweşiyê "endorfin" xweşiyê li tevayê laşê mirovî belav dike û laşê herdu aliyan pê rehet dibe. Dema seksê di deqîqeyên herî bilind û xweşiyê de, herikandina xwînê di laşê mirovî de xurt dibe, laş ji ber çalakiya xwezayî germ û nerm dibe û hucreyên mirov pê nû dibe. Ev yek pîrbûna di laşê mirovî de bi derengî dixîne. Her wisan dema mirov têkiliya cinsî dualî û bi kêfxweşî bi dawî bîne ji nexweşiyên mîna kanser û êşa dil dûr in. Hatiye piştrastkirin ku sîstema kardiovaskûlên mirovî, anku "dil-lêdanek e sîstematîk û bê pirsgirêk" bi saya têkiliya cinsî pir baştir dibe. Ev yek bi şêweyekî îndîrekt bandora xwe li ser jiyana rojane heye. Bi saya seksa bê problem, mirov ji stresê dur dikeve, êşên rojane mîna serêş ûhwd. winda dibe. Lêkolînekî din ku bi rêya çapemeniyê hatiye belavkirin û ji aliyê doktoran ve hatiye pejirandin qal dike ku, eleqata cinsî ya berê sibêhê dibe sedem ku roja mirovî bi xweşî û serkevtî derbas bibe. Mirov wê rojê xurt e, zîndî ye. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |