|
20/5/2007 Komîteya hilbijartinê ya PEN a Swêdê: Firat Cewerî berendamê komîta kargêr e (Zarathustra News). ``Komîteya amadekariya hilbijartinê`` ya PEN a Swêdê xebata xwe ji bo pêşniyaza Komîteya Kargêr ya nû bi dawî anî. Li gorî zaniyariya ku ji aliyê PEN a Swêd ê hatiye belavkirin, PEN a Swêd ê di 24 ê gulana 2007 an de dê civîna xwe ya salê pêk bînin û di civînê de komîteya kargêr ya nû wê bê hilbijartin. Çar kesên nû ku di komîteyê cî bigrin ev kes in: Firat Cewerî, Eva Gadin, Kerstin M. Lundberg û Ana Valdés. Li gorî daxuyaniyê, nivîskarê kurd Firat Cewerî piştî hilbijartinê bi qasî du salan dê Komîteya Kargêr ya PEN a Swêdê de xebatê bike. PEN Mîna komeleyek navnetewî ya nivîskaran rolê dilîze. PEN di 1921 î de li Londonê ji aliyê C. A. Dawson Scott hatibû avakirin. PEN a Swêd ê jî di sala 1922 an de hatiye avakirin. Bi qasî 600 endamên wê hene. Firat Cewerî 1959 de li gundê Bavsê ku bi Dêrika Çiyayê Maziyê ve girêdayî ye hatiye dinyê. Lê zaroktî û xortaniya wî li Nisêbînê derbas bûye. Di salên 80 î de derket derveyî welat. Pirtûka wî ye yekem ``Êrîş dikin`` di 80 î de ji çapê derket. Hejmarek mezin pirtûk nivîsîne, beşek ji wan wergerandine kurdî. Kovara Nûdemê derxist. Niha li Swêdê dijî. Ji sala1987 an û vir ve endamê PEN a Swêdê ye . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |