NEWROZ

äæÑæÒ


20/4/2007

Veqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê: Li Tirkiyê 10 786 kes ji ber îşkencê hatin tedawîkirin

(Zarathustra News)

Navendên tedawî û rehabîlîtasyonê yên bi Veqfa Mafê Mirovan ya Tirkiyê-TIHV ê ve girêdayî ne, rapora xwe ya sala 2006 an diyar kirin. Rapor pişta xwe dide serpêhatiyên kesên îşkencedîtî ku li navendên Edenê, Enqerê, Amed, Stenbol û Izmîrê hatibûn rehabîlîtekirin û tedawîkirin. Li gorî zaniyariya TIHV ê, ji sala 1990 û vir ve 10 786 kesan serî li navendên tedawî û rehanbîlîtasyonan dane. Di sala 2006 an de 337 kesan serî li navendan dane. Ji vana 222 kes piştî girtinê, ji aliyê dewletê hatine îşkencekirin.

Kesên girtî bêhtir li girtigeh û navendên polîsan tên îşkencekirin. Lê li derve jî vekirî îşkence tê kirin, dîtin. Ji bedêla jiholêrakirina toleransa îşkencekirinê, nîşandana toleransek xurt ji bo kirina îşkencê li Tirkiyê berdewam e. Kesên ku 19-25 salî ne koma herî mezin in ku dikevin ber xezeba dewletê. Li gorî îstatîstîka 2006 an, kesên ji ber îşkencê alîkarî ji navendan xwestine ji % 72.1 mêr, ji % 27.9 jin in. Kesên ji Kurdistanê ji % 60 in. Ji % 88 ê wan ji ber pirsên polîtîk hatine îşkencekirin.

Li ser navê TIHV ê, Sekreterê Giştî Dr. Metin Bakkalcı dîtinên xwe li ser rapora 2006 an wisan tîne zimên: Li gorî zaniyariyên ku rapor dide derê, di şêweyê îşkecekirinê de çend pêşketinên nû xuyanî dikin: Navendên binçavkirinê bi pisporên nû hatine dagirtin. Li deverên vekirî û di nava erebeyên polîsan de îşkence hatiye destpêkirin. Îşkenceyên bêşop tê bikaranîn. Necezekirina îşkencekêran sedemek mezin e ku îşkence berdewam e. Li hemberî dezgehên mafê mirovan jî zordestiyan wan berdewam e.

Li gorî raporên ji sala 1999 û vir ve dikevin destê me, mirov dikare bêje ku, îçkence li Tirkiyê bi şêweyek e sîstematîk berdewam e.

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]