|
2/6/2006 Reşîd Beravî di Şevbuhêrka 35 an de li Şamê Şêx Birîmce Şam 27-5-2006 Li roja înê 26-5-2006 an di katjimêr 8 an îvarî de komîta amadekar ya Şevbuhêrkên kurdî li Şamê şeva xwe ya 35an li taxa kurdan li dirxist Bavê Comerd Endamê komîte mamoste Reşîd Beravî pêşkêşî beşdaran kir. Mamoste Reşîd gurzek ji helbestên xwe yên nûjen, kurt û kurtir, dora (15 helbest) nuh û Kevin bi awakî baş xwendin. Biştî xwendinê rê li pêş guhdaran vebû tako têbîn, pêşniyaz û rexinên xwe bidin. Ev şev dewlemend bû bi beşdarbûnê û bi danûstandinê li ser durv, naverok, awazê hebestan, li ser ziman û awaya rastnivîsandinê (rênivîs) gotinên hatine bikaranî (gundîtî û hevdemî) di helbestan de. bi gelemperî şev û helestvan bi serketîbûn û cihê rêzdariya hemiyan bû. Hêjayî gotinê ko em bêjin beşdarên vê şevê ji herdo aliyan mêr û jinan , bi jimareke mezin ji zimanhez, helbestvan , nivîskar rewşenbîr, rojnemevan û hunermendên ku li şamê dijîn. şeva bê ya 36 an ne, di îna dawî ji meha hizêranê ye deye, şevek hunerî ye bi bûrandia çar saliya damezirandina vê komîtêye KOMÎTA ŞEVÊN KURDÎ LI ŞAM Ev çend helbest ji hebestên hatine xwendin.
Pencere Du destên hêvîyan Qanadên min ji hev dûr xistin Du çavên evînê li jêr Nerînên xwe jorde çekirin Dilê min rabû ..!! Lê bi lez wan destan, nerîn girtin, Berdane dilê xwe ..!! Heger wisaye Hêvîya min ji herdû destan Bi hêz bi min bigrin Da babelîskên har Bi qanadên min nelîzin..!! Sêşem 4-2-2003
Bîra buharê Di bîra buharê de Min helbestek çand..!! Sê gulan bi guçkên helbesta min girtin Yekê bi peyvan Yekê bi kêşê yekê bi rêzbendê Li ber awazên nemirîyê Di çavên berbangê de êjandin…!! Ji şahbûnare helbest kenî Çavên xwendevanan hişyar kir. Avdar 2003
Bişo Bişo …!! Derdan bi hêvîyan bişo Eve Feratê xewnan Ji hastên min û te Bi gujguj diherike ..!! Sozên kesk li rûyê rastîyê biçerpîn Yan di hişê min de Dînîtî li ser teltikêye ..!! Bişo ..!! Dê dengê dîdarîyê Çavên baranê hişyar bike Vedeng dê konê xunavîyê, Bi ser min û te de vegirê..!!
Çirûskên hestan (Di çemê çavan de) 1-TEşî Du çavan Bi zimanê evînê Nernên xwe dilorandin ..!! Ji hevre gotin: ( heger du çav hebin Bi teşîya me birêsin Dê jiyanek bizê ..!!) Seşem 4-2-2003
2- guhê jînê Nerînê çavên wê Perda guhê jînê çirand Evînek veciniqî ..!! Ji nişkave Xwe ji dil çekir ..!!
3- çav çav ji çavan, Dilan didizin..!! Dil dibin girtîyên evînê Evîn li ser rûpelên xwe Wêneya ahînan digre..!!
1- Helbest Helbesta min Rabe bi hêz Rabe bi lez Jînê wergerîn Ji hezarên salan de Jîn bervajîye..!!
2- Mîvana xewnan Mîvana xewnên min Biskên buharê şeh dike Ji mûyê newrozê kezîyên jînê Kerasekî ji berfê Bi ser bejna peyvên min de berdide Mîvana xewnên min Ji hestên min meste Mîvana xewnên min helbeste..!!
Gurintî Ji tirsa gurintîyên çavên te Min xwe di çavên te de veşart..!! Sê ramûsan li çemelê dîdarîyê bişkivîn Li tîrêja birûskê siwar bûn Bi lez di ser pira demê re buhûrîn Bûn kuçên agirê bîranînê Argûnê hêvîyan peyda bû Dil di hundir çavan de Li ser wan kuçan kelîya Nizanim…!! Li berbangeke buharî ?!! Yan li êvarekê Dema ji hewrên xweşîyê Ken dibarî? Min û te Me hev ra …kir .. .!! Min û te Me hev ra …mû …!! Nikanim bibêjim Çi bikim…?! Fedî derdê merdaye …!! Hîn dil di argûnê hêvîyan de, Li ser wan kuçan dikele Tu ji ber alewîyê revyayî Te got: ((jiyan li gel te peyyalek ji derdaye, Nikanim vexum)) Tu çûyî …!! Ne germahîya çavên te ma Ne jî şevbuhêrên serxwaş Ji ber gotinên min û te li wan dema Bes di bîra min de navê te ma…!!
SÎHAMAH Ji tayê nerînên te Ez hêvîyan dirêsim…!! Tu di xewnên min de dijî Her sibeh tu dibî Ferat Diherikî cane min Pêlê li dû pêlê, Li rûyê hestên min diçerpînî Gujguja kenê te, Dibe awaza jînê ..!! SÎHAMAZÊRÛZERÎYA min were SÎHAMAHÛRÛPERÎYA min were Dilê min guleke sor tîne sema Helbestek ji gulê rodibe Biser min de werdibe Were ji çavên evînê re Awaza nemirîyê lêxîn Da ew çav, nebin xewmaş û xewar Were berî dem ji bîra avî bireve Were da helbest were Tu were ji bo Xweda ..!! Ez dê werim, Ji bo roniya di çavên te de…!! -7-2003. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |