|
2/3/2008 Berhemeke nû ji Helbestvan Hêmen Kurdaxî 18.02.2008 RO/Seyîd Xan Rizgari-Online/Pirtûk Pirtûka helbestên bi navê Ez bişewitim, dûmanê min jî wê ji te hezbike ya helbestvanê Kurd Hêmen Kurdaxî, li Berlîn ji nav weşanên Han Verlag derket. Hêmen Kurdaxî bi du dîwanên xwe yên berî niha derketî û bi helbestên pîvayî û cûdarengîn bala xwendevanên Kurd dikişîne. Herdu dîwanên Hêmen Kurdaxî ji layê Weşanên EVRA li Berlîn hatibûn weşandin. Ya yekemîn „Çêroka neynûkên şikestî“ ya duyemîn jî Siwarên rejiyê ye. Ji wan berheman Çêroka neynûkên şikestî çapa 1. qediyeye û çapa 2. hatibiye kirin. Ev berhema bi navê Ez bişewitim, dûmanê min jî wê ji te hezbike dîwana sêyemîn ya Helbestavanî ye. Hêmen Kurdaxî Ez bişewitim … Dûmanê min jî wê ji te hezbike Çapa Yekemîn - 2008 Hejmara rûpelan – 104 han Verlag Bülowstr. 56-57 10783 Berlin/Deutschland ISBN: 978-3-940997-02-9 ******************* Reva hespekî tî Dilopek ji nimêja evîneke dagerî Vaye hespekî tî weha diçe Wehaaaa direve... Û hineke din jî… Çolisatanên tamarên min Di çûnê de dihêlin Sewlî dihejin... û hêranî bi pelên zêtûnê dikevin... û bi refan direvin... Qijahiya hebûna min bi tenê! Bûye destana şeveke sar Ji koka xwe de, herifî mayî Gelo, şûn lingên reva hespa ne? Ji çavên dîwaran firiyam bejna mijeke kurt Bûm keder... Bûm lekeyeke avis ji heyaman Û hê jî… Li ser hilma nimêja xwe digrim Gelek çiya di hilmeke min de dijîn... Deriyên kockên tarî, Di paş bijangên min de kutik kirî ne Û – ji ber wê jî- sîngê min bi êş e!! Her bi xwe de diqîrim: “Rojekê tuyê çiyayek bî Û van valahiyan tijî gund bikî“ Reng... giloverik û ba, bi pêjna mirovan direvin Xwe bi xwe nadim Xwe zarokekî bi basikim dibînim û Difirim himbêza zayîna çiyan. Vaye hespekî tî weha direve Lê... nizanim bi çi zimanî Baran çîroka xwe ji êgir re dibêjin Ne jî agir ji daristanan re? Gelo, lêborîn dikane Herikîna bi hezarê salan vegerîne... û pê Hinavên tîbûnê dagire Lav, dê kanibe daristanên winda, Careke din, di qêrîna tozê de biçîne Cerg dê kanibe, Destanên Volkanan Di pirtûka keviran de bixwînin Û…. Ewqas çiya giran in!!? Ne dizanim Gundek bû, mîna hespekî tî, bi rev barkir... Ne jî dizanim, ew ez im, yê ku bûye Dilopek ji nimêja evîneke dagerî Bi sêdara bejna tozê ve bi darvekirî Ne jî dizanim, ew ez im, yê ku bûye Peyveke bi sînoran sîng qelaştî Di dîroka nivîsa keviran de Kûraaaahiya birînê li ciyê xwe me Dirêjiya êşê bi rêve diçim Bi hêz û beza hespekî tî ji xwe direvim Tevî wê dizanim Heya dilên birçî hebin Mêlodiya êşên min... dê bêne bihîstin. 09. 09. 07 Vechta Hêmen Kurdaxî |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |