NEWROZ

نوروز


2/2/2008

Sarkozy û Merkel eşkere anîne zimên: Cihê Tirkiyê di Ewropayê de tune ye

Zarathustra News

Di civîna Yekîtiya Hereketa Gel-UMP li Fransayê de, mijarek jê pêşeroja Ewropayê bû. Serokomarê Fransayê Nikolas Sarkozy axaftina destpêkê kir. Paşê Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku weke mêvanê şerefê hatibû vexwendin dîtina xwe li ser pirsê anî zimên.

Sarkozy wisa axifî: Ez dixwazim bibim dostê Tirkiyê. Dema ku ez dibêjim, cihê Tirkiyê di Ewropayê de tune ye, ez dixwazim destnîşan bidim ku cihê wê li Asyayê ye. Divê Tirkiyê ji statuya şirîkatiya bi ciyawazî sûdan wergire. Pêwîst e mirov ne li ser pirsa "kîja welat ne Ewropayî ne" bêhtir, li ser pirsa "çi welat li Ewropayê cî digirin" kur bibe. Tevayê welatên cînarên Ewropayê nikarin bibin endamê wê. Bi rêya firehkirina Ewropayê dê giraniya wê têk here.

Serokwezîra Elmanya Merkel jî dîtina xwe wisa anî zimên: Gef û hinek tehdît hene ku em nikarin bi Tirkiyê re li dijî wan rawestin. Bêyî dilmayînê divê ji wan re bê qalkirin ku bi wan re li ser şirîkatiya ciyawazî bê lihevkirin.

Pisporên polîtîk dihênin zimên ku, mesaja herdu serokan ji bo Erdogan e. Ji ber ku di meha gulanê de, ji bo pirsa endametiyê dê hevdîtina sêalî pêk were. Lewma herdu serokan berî civîna bilind bi Erdogan re, dîtina xwe careke din dubare û eşekere kirin...

Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]