|
2/11/2007 Daxwaziyên EU ji bo endametiya Tirkiyê (Zarathustra News) Yekîtiya Ewropayê-EU di 6 ê sermawêzê de, dê rapora pêşketinê a Tirkiyê diyar bike. Bi raporê ve girêdayî, "belgenameya tevlîbûnê" jî dê bê belav kirin. Bendên belgenameyê ji daxwaziyên EU pêk tê. Dema Tirkiyê wan bendan bi cî bîne dikare endametiya wê aktuel bibe. Belgename şiklê xwe yê dawî wernegirtiye. Lê beşek ji daxwaziyên EU di çapemeniyê de belav bûye. Daxwaziyên EU ji Tirkiyê ev in: - Têkiliyên erênî bi welatên cînar re pêk bînin. Pirsên sînoran bi rêya aşitiyê çareser bikin. - Bi şêweyekî ku kurda jî hemêz bike, fersendên hemwelatiyê bi hêz bikin. - Sîstema parêzvaniya gunda anku "köy koruculuğu" ji holê rakin. - Hêza radyo û tv yên ku bi zimanê kêmnetewan weşanê dike, xurt bikin. - Mafê kêmnetewan, di çarçoveya Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê garantî bikin. - Divê artêş ji siyasetê dur bê xistin. Pêwîst e artêşa Tirkiyê destê xwe dirêjî nava pirsên polîtîk neke. Divê rê li ber bê girtin. - Ewlekariya xwe şefaf bikin. - Ji bo kirina mesrefên parastinê, çavdêriya meclîsê bikin şertek esasî. - Serxwebûna darazdaniyê pêk bînin. - Mafê azadiya hizirkirinê bikin mafekî hiqûqî. Rewşa mehkûmên hizirkirinê ji nû ve kontrol bikin, serast bikin. - Kibris jî di navde, rewş û têkiliya xwe bi welatên endam re baş bikin. Rapora pêşketinê çiye Komîsyona Ewropayê rewşa Tirkiyê a endametiya Ewropayê raçav dike û pêşketina salekê rapor dike. Di wê salê de kêmasiyên Tirkiyê dihêne zimên û wezîfeyên Tirkiyê dihêne bîra wê. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |