NEWROZ

äæÑæÒ


17/4/2007

Kovara Esmer: Firat Cewerî

Welatê xerîbiyê kir cihê afirandinê

(Zarathustra News).

Kovara Esmer li Stenbolê, ji aliyê Ronak Kültür ve tê derxistin. Xwedî û gerînendeyê giştî yê kovarê Ferzende Kaya ye. Birêvebirê karê nivîsa M. Ali Izmir dike. Şerafettin Kaya, Rewhat, Reyhan Alaç Çiçek, Bircan Degirmenci, Eylül N. Geroğlu di di beşê nivîsan de dixebitin. Şêwirmendiya weşanê Muhsin Kızılkaya û Ahmet Tulgar dike.

Kovara Esmer, hejmara xwe ya meha nîsanê bi firehî di bin sernivîsa "Firat Cewerî sirgon kir cihê afirandinê" de cî da nivîsevanê kurd Firat Cewerî. Beşek ji navdarên kurda yê mîna Evdille Pêşew, Xelîl Duhokî, Gulîstan Perwer, Celîlê Celîl, Medenî Ferho, Abidin Parilti, Rojîn, Şîrvan Nuray, Muharrem Erbey, Tosinê Reşîd, Ferhat Pîrbal, Arjen Arî û Merwanê Keleş bi dîtinên xwe qala Firat Cewerî dikin, cî û rola wî di wêjeya kurdî de tînin zimên.

Kovara Esmer li ser hejmara nû wisan dinîvisîne: Firat Cewerî ji sala 1980 û vir ve li Swêdê dijî. 30 pirtûk ji zimanên cewaz diyarî kurdî kiriye. Nirxê Kovara Nûdemê di edebiyata kurdî de bilind e. Cewerî û Nûdem bi hevudû ve girêdayî ne, ew her tiştê wê ye. Ev demek dirêj e ku Cewerî bi xebatên edebî dadikeve. Heta niha sê pirtûkên helbestan, çar pirtûkên çîrokan û romanek nîvîsî ye. Îmzeya wî li ser heşt berhemên cewaz hene. Rexnegirek edebî wî "Ew îmzeya edebiyata kurdî ya modern e" dide danasîn.

Belê Esmer vê carê ji Tirkiyê û cihê kurda bi cî dihêle û xwe dirêjî welatê xerîbiyê, anku cihê sirgonê dike, û beşek ji edebiyata kurdî ya sirgonê pêşkêşî xwendevanan dike. Esmer dibe mêvanê nivîsevanê kurd Firat Cewerî û li ser xebat û berhemên wî zaniyariyên pir alî belav dike. Kesê ku bixwazin kovara Esmer bidest bixînin, dikarin ji "posta@esmerdergisi.com" re binîvisînin. Anjî bi telefonê têkiliyê bi hejmara telefonê 00 90 212 451 53 05 deynin .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]