|
17/4/2006 10 Nîsanê Cejna zarokên Kurdistanê Şêx birîmce Şam 12/4/2006 di 10 ê meha nîsanê de, li paytexta Sûryê li Şamê, taxa Zorava, Koma Nûhilat ya filiklorî, cejna zarokên kurd pîroz kir, ji wan re şahîyek xweş li darxist, tê de bêtirî 50 zarokên kurd beşdarbû bûn, bi stran, kovend û , pirs û bersivan, bi xwerina şekiran û birina xelatan zorakan şeva xwe borandin. Kama Nûhilata ya mezinan û şaxa zarokên Nûhilat çend govendên xweşik û çend stranên zarokan yên ji bo vê ahengê amadekiribûnbi taybetî ji zarokan re bûn. Hêjayî gotinê ye em bêjin ko helbest û awaz tev yê komê bûn û bi taybetî ji bo zarokan bûn. Bi Beşdarya hin helbestvan nivîskar û nûnerên kavar û rojnaman û bi xwendina hin gotar û perçe helbest şev hate xemilandin. Komela Ciwanên Kurd li sûryê (KCK) jî alkarîyeke mizin di vê ahengê de kiribûn û namak pîrozahî ji bo cejna zarokên kurd xwendin.
11 Nîsanê Li Taxa Kurdan di 11 ê meha nîsanê de giropa Mosa Enter ahengek ji bo zarokan li Şamê li taxa Rukineldîn de, di eywaneke mezin de, bi alîkarîya partiya rêkeftin û bi beşdarbûn, jimarek mezin jizarokan û xwediyên wan û bi hebûna hin hunermendên nas wek :Rêber Wehîd yê ko sê stran bi kurdî û yek bi Erebî pêşkêşî zarokan kir û çend nivîskar û helbestvan û nênerên kovar rojnaman û partiyan beşdarbûn û hin perçe helbest xwendin. Helbestvanekî ereb jî di şevê de beşdarbû Bi hevkariya şaxê zarokên koma Nûhilat, yên ko du stranên zarokan pêkêşî zarokan kirin. Pirograma ahengê xweş bû, rêvebirên şevê jêhatî û xurt bûn şeva,zarokan baş borîya, zaro gelek şabbûn û pir keniyan û listin, zarok tev hatin xelatkirin eheng dora 3 ê katjimêran bûriya, lê mixabin min nikarî ez ta dawîyê bimînim. koma nûhilat li taxa kurdan di ahenga Giropa Mosa Enter de |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |