|
17/3/2006 Dezgeha sema li hewlêr hunermendê nemir M . şêxo bi bîr anî îro li bajar hewlêr paytexta herêma kurdistanê dezgeha sema ahengek li darxist bo bîranîna hunermendê nemir M. şêxo bi beşdarya hejmarek ji heskiryê nemir . di vê ahengê de semînerek li ser jiyana nemir bi soranî û kurmancî hate pêşkêş kirin , her weha kurte filmek li ser jiyn û xebat û hunera nemir hat temaşekirin . wek em dizanin hunermendê nemir berî 17 sala wek ev roj di 9/adar/1989 xatirê xwe ji jiyanê xewst û ço ser dilovaniya xwe . te zanîn ku nemir bi canê xwe ji nav me bar kir lê di dilê me de ye , wê tim bijî û bi stran û hunera xweya resen ya ku ji nav nail û êş û azara kurd û kurdistanê tê der , strana ku ji nav çiya û gelî û newalê Kurdistanê de bi ava çem û kaniyê siruştê diherikê , strana ku ji nav têlê tenbûra wî tê der bi nalîn û kesera dengê wî wek heviya dilê keç û xorta , wek axîn û kesera kal û pîra ,strana ku ji jan û zoraya wî di jiyanê de tê der . di wesiyetnama xwe de dibeje û dike stran gava ez mirim gilî zindiya min neveşêrin weke hemiya ev wesiyetname hate pêk anîn di roja koça wî de . heskirna gelê kurd jêre diyar dibe di roja kûça wî ya dawî de li qamişlo li ser gora wî bi deh hezara ji gelê me beşdarî cenazê wî bon ji zarok û kal û ji tevayî xelkê kurdistana başûr rojavayi kurdistanê û dil soziya xwe pêre dan nîşandan û her sal wek vê rojê gelê kurd li her çar perçê kurdistanê wî bi bîr tine . .nemir di sala 1948 a li gundê xecûkê nêzîkî bajarê qamişlo ji dayik boyê . û nemir li ser destê hedû mamosteya hesen tofo û xelîl berazî fêrî tenbûr û strana boye bi şêweyekî deha bi rêk û pêk derket nav gelê xwe . di salen heftêya de hunermend stêrka wî geş dibê û tê naskirin û li şahiya û daweta de stranê evînî û netewî dibêje . û di wan sala di ji ber destê rêjîma ass yê şofînî direve û derbasî nava pêşmerga bo li kurdistana başûrê mezin . û ji wir derbasî kurdistana rojhilat dibe û li wir bi keçek kurd re dizewçe û vedigere kurdistana başûr rojavay û li wir jiyana xwe didûmîne . hunermend tê nas kirin bi bazê strana kurdî û lehingê strana siyasî gelek zor û zehmetî di jiyane de dîtiye û li gel gelek hunermenê di çaxê xwe de stran gotiye li beyrûdê û li sury mîna hunermendê mezin hunermend M. arif cizrawî û weke wî . hunermendê nemir koma serkeftin dayê damezrandin û jiyana xwe dayê dûmandin bi zor û zehmetîk mezin û gelek cara hatiye zindan kirin û girtin li ser dijminê gelê kurd lê wî li ber xwe dayê û tucar teslîm ne boye û her jiyana xwe bi vî rengî dewam kirye heta jiyna xwe ji dest daye û çûye ser dilovanya xwe di sala 1989 li qamişlo |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |