NEWROZ

نوروز


15 /12 /2007

Mûzîk û Govend bo azadiyê

Zarathustra News

Çar sazî ku ji aliyê penaberan ve hatiye avakirin, di roja 15 ê kanûna 2007 an de dê şevek e çandî di bin navê "Mûzîk û Govend bo azadiya gelên Anatoliayê" li peytextê Belçîka, li Brukselê çêbikin. Li gorî agehdariya ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hate dayîn, bi vê çalakiyê ew dixwazin dengê xwe li hemberî nijadperestî û mîlîtarizma li Tirkiyê roj bi roj zêde dibe, hildin.

Di vê şeva çandî de dê li ser rewşa dawî agehdarî bê belavkirin û şexsiyetên nasdar ji saziyên cihê dê li ser pirsa azadiya bingehîn a kesan û gelan biaxifin.

Şev ji aliyê Enstituya Kurdî ya Brukselê, Yekîtiya Asûriyan li Belçîkayê, Weqfa Info-Türk, Yekîtiya Ermeniyên Demokrat li Belçîkayê, tê organîzekirin. Dezgehên piştgiriyê dikin ev in: Ateliers du Soleil, Confédération Européenne des Travailleurs de Turquie (ATIK)-Belgische afdeling, Confédération Européenne des Immigrés Opprimés (AVEG)–Belgische afdeling, Atilim-België, Centrum voor Promotie Bolivië K’awari vzw, Vrede vzw, FVK-Rodenbachfonds, Droits de l'Homme sans Frontières, Tour de Babel, La Voix des Assyriens.

Di şevê de dê stiran û govendên asûrî, kurdî, tirkî, ermenî û bolîvî bê pêşkêşkirin. Di programê de Mozaik, Koma Govendê Sevan a AADB, ATIK, Koma Muzîka C P Bolivie jî bi dê rengek e dewelend bidin şahiyê.

- zarathustra_news@comhem.se

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]