|
12/9/2007 Dezgeha Parastina Qanûnê a Almanya: Hejmara tirkên ultra zêde dibe (Zarathustra News). Berî niha 3 kesên terorîst xwestin ku çalakiyek mezin a terorî li Almanya pêk bînin. Lê ew kes ji aliyê ewlekariya welêt ve hatin bêtesîrkirinê. Paşê derket holê ku, yek ji van kesên terorîst tirk e. Niha li Almanya, almanî, ji kesên nijad tirk ketine şik û şupheyan û li ser fikir, hewildan û helwestên ultra (zêde tuj- pir hişk) yên tirka lêkolînan pêk tînin. Rojnameya nasdar a emerîkî New York Times jî bi nivîsekî qala vê bûyerê kir. Beşek ji nivîsa rojnamê wisan e: 2.7 milyon kesên tirk li Almanyayê dijîn. 900 hezar kes bûne hemwelatiyê Almanya. Di nava van tirka de helwestên ultrabûyînê xurt dibe, pêş dikeve û şax vedide... Dezgeha Parastina Qanûna Bingehîn a Almanya li ser pirsê di rapora xwe ya sala 2006 an de vê zaniyariyê dide: Li Almanya 27 250 kesên tirknijad xwedîdîtinên ultra ne... Pisporên pirsê dihênin zimên ku, Almanya girêdana xwe a aborî bi Tirkiyê re xurt e. Berjewendiyên aborî û têkiliyên bi Tirkiyê re gelek caran li pêşiya pirsa ewlekariya welêt dihat. Sistiya heye valahiyek pêk anî. Kes û komên nijadtirk yên xwedî fikrên ultra li Almanya mezin bûn. Aboriyekî xwe ya xurt çêbû û kes hatin organîzekirin. Tirkê ultra li pêşiya demokrasiya Tirkiyê bûne problem û niha jî li hemberî ewlekariya Almanya bûne tehdît. Almanya wan baş nas dike û helwesta wan dê li hemberî tirkê ultra ji niha û pê ve balkêş be . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |