NEWROZ

äæÑæÒ


11/3/2007

Li Cindirêsê rojeke xemgîn

Memê Alan 

Ew roja xemgîn , 20,2,2007an , roja jinavmebarkirina, lawê Kurd , lawê  Cindrêsa delal (Efrîn ), kemal Mihemed kurê Elî ( Kemalê Şetê ) bavê Elî bû . Ew roja xatirxastin û silava dawiyê li wî xebatkar û welatperwerê hêja û bi nav deng bû .

Bavê Elî li sala 1939an ji dayik bû , di 1974an de , derbasî nav refên partiya demoqrat a Kurd li Sûriyê ( Elpartî ) bû û ta sala 1984an bi coşke mezin xebitî . Li sala 1984an , ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve , hate girtin û berdan , paşê jî dora şeş heyvan wî xwe ji ber wan da yan û veşart . Hêjaye bê gotin ku, di wê hîngê de , ew di partiya kar a demoqrat  a kurd li Sûriyê de endam bû .

Piştre û ta vê dawiyê ew endama Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê , refê dudiyê bû , taku , bû endama encûmana hevbend a Kurd li Kurdaxê . Xebatkarê me herweha berdewam kir  , ta roja 20.2.2007an ku, bi nexwaşiya xwînerawestanê serî danî û temenê xwe da jîndara .

Li 20.2.2007an xelkê Cindirêsê , meriv û xisimên wî , heval û dostên partiya Yekîtî , û bi beşdariya şandek ji Hevbenda Kurd li Sûriyê û hinek heval ji partiyên Tevgera Kurd li Sûriyê , cenaza bavê Elî ji mal bi  derxistin û di çarşiya cindrêsê re , berve goristanê bi rêxistin . Ji mal ta goristana cindirêsê , koma niştîman a folklorî bi cilên xwe yên rengîn di pêşiya cenazê nemir de , bi dest wan de , di pêşî de baxek gul û çîçek bi navê   H.K.S , dûvre du bax gul bi navê  P.Y.D. K. S û di navên herdu baxan de , wêneya bavê Elî hildayî û li piş cenazê xebatkarê me ,ew cemawerê mezin  û heval û dostên wî berve goristanê dimeşiyan .

Hêjaye bê gotin ku , ji mal ta goristanê , hemî firoşgehên li ser rê , ji bo rêzgirtina nemir deriyê xwe girtin .Ev bi xwe jî şana toreyeke civakî ne hindike li ba xelkê Cindirêsê û wî cemawerî , û hêvî ewe hemî herêmên dî yên Kurd wê sinciyê werbigirin . Piştî gîhana goristanê û veşartina terma bavê Elî, sê gotin li ser hatin xwendin . Yek bi navê Encûmana giştî ya Hevbenda Kurd li Sûriyê , ya dudiyê bi navê Encûmana Hevbena Kurd li Kurdaxê , û ya sisiyê kurê nemir Avokat Elî got . Hersê gotinan kar û xebata nemir ji haziran re diyarkirin û dan xuyan ku , gelê Kurd tucarê xebatkarê weha ji bîr nake. û li dû sersaxkirina xwedî , heval û dostên wî vegerehan mal .

Ji 20an ta 23an li bin konê sersaxiyê , kurê nemir mamoste Elî , merivên  wî û heval û dostên P.Y.li Cindirêsê ji sibê de û ta dawiya êvarê , pêşewaziya ne kêmtirî 20000kes ji xelkê Cindirêsê û derdora wê , ji hemî deverên dî yên Efrînê û şandên sersaxkirinê ji Cezîrê de bigir , di Kobanî û Reqê re derbas be ta digihê bajarê Helebê dikirin .

Hemî şandên P.Y, ku dihatin bin konê sersaxkirinê , gotinek bi navê P.Y.D.Ks li ser giyana nemirê hêja digotin . û di hemî gotinan de li ser giringiya xebata mirov û Tevgera Kurd di ber miletê Kurd de , dihate rawestandin . Û berdewam ji beşdaran  re dihate diyarkirin ku, xebata me Kurdan li Sûriyê xebateke aştiyane û demoqras e , pirsgirêka  Kurd li Sûriyê pirsgirêkeke rewa û dadmend  e , û gelên Sûriyê biran e . Welatê Sûriyê têra tevan dike , em hevpişkin di vî welatî de , em naxwazin tu zorê li kesî bikin lê em zulmê li ser xwe jî napejrînin , ev welat ya me tevay e , yekîtiya tevgera Kurd li Sûriyê giring e , dunûstandina Tevgera Kurd bi hêzên demqras û niştimanî di Sûriyê de pêwîst e , divê em ji riya xwe nemîn û şûnda neçin û em ji bilî azadî , aştî û wekheviyê tu tiştî dî nepejrînin .

Bi navê komîta rêvebir û xwendevanên rojnama Newrozê , bila serê xwedî , heval , hogirên bavê Elî saxbe û ciyê wî bihuşta bilind be .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]