|
10/6/2007 Dezgehên mafê mirovan yên li Tirkiyê: Beyana GKB ê rê li hevkûjiyê vedike (Zarathustra News). Serfermandariya leşkerî ya Tirkiyê-Genel Kurmay Başkanlığı (GKB) di 8 hezîranê de beyanek çapemeniyê belav kir. Di beyanê de ji gelê tirk tê xwestin ku li dijî bûyerên terorê, kes û dezgehên demokratîk ku alîgirê wan xuyanî dikin refleksek giştî bidin nîşandan. Di beyana GKB ê de bi şêweyek vekirî rê li ber rexnekirina kirin û helwesta hêza mîlîter ya Tirkiyê tê girtin û dezgehên mafê mirovan û yên demokratîk wek hedef tên nîşandan... Li dijî beyana GKB, dezgehên mafê mirovan yên li Tirkiyê îro beyanek belav kirin. Kesên ku îmzeya xwe di bin beyanê de hene ev in: Komela Hemnişîniyên Helsînkiyê, Komela Mafê Mirovan, Komela Mafê Mirovan û ya Hevkariyê bi Mazlûman re, Weqfa Mafê Mirovan Ya Tirkiyê, Amensty International şaxê Tirkiyê. Beyan wisan e: Beyana GKB ê ji awira demokrasî, serdestiya hiqûqê û mafê mirovan ve nikare bê pejirandin. Di beyana GKB ê de: a) Parêzvanên demokrasî, azadî û aşitiyê wek alîgirê hêza terorê hatine nîşandan. Ev kes û hêz bi şêweyek vekirî û yekser hedef hatine nîşandan. b) Kesên ku mîna wan li ser hebûna netewî ne hemhizir in ji bo Komara Tirkiyê bi xeterî tên nîşandan û bi vê helwestê rê li ber dîtinên cewaz tê girtin. c) Kes û dezgehên di bendên `a` û` b` yê de hatine nîşandan wek berpirsiyarên bûyerên terorî hatine îlankirin û ji bo ku li dijî wan rêya dadgehê bê vekirin hedef hatine nîşandan. d) Di daxuyaniya GKB ê de wisan tê gotin:``Hêzên Tirkiyê yê Leşkerî li benda wê ye ku, gelê tirk yê mezin LI DIJÎ WAN BI HEVÛDU RE REFLEKSA XWE NÎŞAN BIDIN.`` Ev beyan pir bi xeter e. Dixwazin xelkê derxînin kolan û kûçeyan. Berê bûyeran bidin deverek ne diyar û tevlûhev. Ne ihtimalek dûr e ku rê ji êrîş, lînç û hevkûjiyê re veke. Di dewletek demokratîk de ku kar bi hiqûqê tên meşandin. Mafê dezgehên leşkerî tune ye ku beyanek wisan belav bike. Em wek dezgeh û kesên demokrat, parêzvanê mafê mirovan, aşitî û azadiyê li hemberî êrîşek wisan daxuyaniyê belav dikin û dipirsin: 1) Di beyana GKB ê tê diyarkirin ku teror ji gulana 2007 an pêve zêde bûye. Dema tê zanîn ku dê bûyer zêde bibin, çima rê li ber pêşketinê nehate girtin? 2) Parêzvanên aşitî, azadî û demokrasiyê çi demê rê li ber amadekariyê li dijî terorê girtine? 3) Kesên ku dewletek bi hiqûqê bê îdarekirin û demokarasiyê dixwazin tên rawestandin. Armanca ew e ku Tirkiyê bê hiqûq û demokrasî bê îdarekirin? 4) Piştî vê beyana GKB ê, dikarin hinek kes li ser navê ``têkoşîna li dijî terorê`` erîşê bibe ser kes û dezgehên demokrasî, aşitî û azadîxwaz. Dema bûyerên lînçê û kûştinê pêk bên, çi kes û dezgeh berpirsiyar in, gunehkar in? Vekirî ye ku pir pirs dikare bê pirskirin. Em wek kes û dezgêhên mafê mirovan diparêzin vekirî diyar dikin ku em ê serê xwe li hemberî neheqî û zordariyê netewînin. Em li dijî çalakiyên hişk û bê hiqûqî û hilweşandina mafê mirovan e. Ji nuha û pê ve jî em ê li dijî hişkiyê, êrîşan û şer rawestin. Em ê parzêgerê demokrasiyê, dewleta bi hiqûqê bê îdarekirin û mafê mirovan bin . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |