|
1/12/2007 Fîlmên Hollywodd dê kul û keserên me bîne zimên (Zarathustra News) Gelê kurd ne tenê di meydana şer û bi rêya polîtîkayê, lê belê ji awira hunerî ve jî dê pirsa xwe bîne zimên. Li gorî deng û behsên di medîa de belav dibin, çend projeyên mezin li ser serpêhatiyên cewaz, bi teybetî li ser Qetlîama Helebceyê, têkçûna dîktatoriya Sedam Hisêyn û jiyana Mistefa Barzaniyê nemir, tê amadekirin. Herêma Kurdistanê di amadekirina van projeyan de bi derhênerên Hollywood re kar dikin. Ji bo serkevtina van projeyên hunerî, Hikumeta Herêmê jî bi erênî nêzî pirsê dibe. Li gorî deng û behsên belav dibin, hetanî niha 30 produktor û sereklîstikvanê navdar yên emerîkî hatine vexwendin. Kesên vexwendî dê li Herêma Kurdistanê li ser senaryo, projeyên fîlm û mecalên kişandina fîlma bixebitin. Her wisa, ji bo projeya fîlmê Pêşmerge, bi Omer Şerif û Antonio Banderas re hevdîtin pêk hatiye. Medîa qal dike ku, ev gava kurda bi Hollywoodê re, ji bo danasîna pirsa kurda pir giring e. Kişandina hejmarek e fîlm bi Hollywoodê re, dê kul, êş û kesera gelê kurd bîne zimên. Cîhan, dê kurda baştir fêm bike. Lewma, ev gava kurda ji awira hunerî ve, gavek e pir giring e. |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |