|
9/11/2007 Rojnameya Neues Deutschland: Operasyona Tirkiyê li dijî krîterên EU ye (Zarathustra News). Rojnameya elmanî Neues Deustschland, li ser têkiliyên Tirkiyê bi EU û Emerîka re nirxandinek weşand. Nirxandin wisa ye: "Serokwezîr Erdogan ji bo şerê li dijî PKK ê ji Washingtonê piştgiriya îstixbaratê garantî kiriye. Lê EU, sedemek e giring ji a nepejirandina/neqebûkirina endametiya Tirkiyê, bi polîtîka Tirkiyê a Kurd ve girê dide. Dikare di destpêkê de wisa bê xuyanîkirin ku, girêdana van herdu mijara bi hev re tune ye. Washington, di nav wan welatan de ye ku, piştgiriya endametiya Tirkiyê a EU bi xurtî dike. Erdogan bi xwe jî dibêje, Tirkiyê ji bo rawestandina nakokiyên/şerê nav medeniyetan, li Asya û Ewropayê kelehek e. Emerîka, ji bo pejirandina polîtîka xwe li Iraqê alîkariya lojîstîk da Tirkiyê. Mîna DYE, EU jî PKK ê hêzek terorîst dibîne. Lê awira xwe li ser pirsa kêmneteweyên li Tirkiyê, guhertî ye, ne mîna a Emerîkayê ye. Dema Tirkiyê operasyonek e leşkerî li bakurê Iraqê/Herêma Kurdistanê pêk bîne, krîterek bingehîn ji a endametiya EU yê îhlal dike, binpê dike. Bruksel ku heta nuha raste-rast/yekser qala ne/pejirandina endametiya Tirkiyê nedikir dê mecbûr bibe ku helwesta xwe a kevnare bi cî bihêle û biryarekê li ser endametiya wê bide" . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |