NEWROZ

نوروز


8/8/2007

Birçîyên Amedê xwîn digirîn:20 hezar kes birçî ne

(Zarathustra News).

Ji ber zilma dewletê gelek gund wêran bûn. Hejmarek mezin ji xelkê, mala xwe, milkê xwe û heywanên xwe di cî de hiştin, barkirin bajarên nêz. Bajar hejmara xwe bilind bûn û belediye ketin dijwariya bersivdayîna pêwîstiya wan kesan. Yek ji wan bajaran Amedê ye. Li Amedê 10 organîzasyonan bi hevûdu re li hemberî hejartiya bajêr komeleyek ava kirin. Komele, li ser nexşeya bajêr lêkolînek berfireh kir û taxên hejar diyar kir. Li gorî lêkolîna wan, li Amedê 20 hezar malbat birçî ne. Pêwsîtiya wan malbatan bi zûtirîn wextê bi xwarinê heye. Rewşa wan pir xirab e. Li gorî lêkolînê, normê hatina kesekî li Tirkiyê di salekî de bi qasî 5000 USD ye. Lê li taxên Fatihpaşa, Gurdogan, Korhat û Kayapinara Amedê ev 350 USD ye.

Şerif Camci sekreterê komelê ye. Ew bi rêya neta Diyarbekirê vê hejartiyê wisan tîne zimên: Me li hemberî hejariyê bankayekî ava kiriye. Di nava 3 mehan de 9 hezar malbat alîkarî ji bankê xwest. Me alîkariya 350 malbatan kir. Mecalên me bi sînorkirî ye. Em dikarin tenê alîkariya malbatên pir hejar bikin. Zarokên ku nikarin herin didbistanê ji % 58 in. Hejmarek mezin ji malbatan di xaniyên 2 ode de bi cî bûne. Beşek mezin ji malbatan çi hêviyên xwe ji bo pêşerojek xweştir tune ye. Pêwîstiya me bi piştgiriyê heye.

Hejarên Amedê li benda xwêrxwazan e. Kesên ku bixwazin alîkariyê bikin, dikarin bi rêya komelê bikin. Hesabê wa yê bankê wisan in: Iş bankasi Merkez Şubesi-Diyarbakir hesap no: ji bo USD: 8300 0706599, ji bo Euro 8300 0706602 .

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]