|
8/6/2007 Bi pêşpeymana IFIAS û Sara yê hate diyarkirin: ``Mûzexaneya kurdî`` li Amed ê ava dibe
(Zarathustra News) Pêşpeyman Ev beyanatek e di navbera Înstîtuya Navnetewî ya Alîkarî û Piştgiriyê - IFIAS'ê û Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê. Ev her du avahiyên navbirî, xwedî yek mebest in da ku li pêşerojê karê cihêreng ên çandî yê demdirêj bi hev re li Amedê bikin. IFIAS ji hêla Civata Ewrûpî (EC) ve hatiye fînansekirin, da ku li Diyarbekrê navendek çalakiyê ya Mafê Mirovan ava bike, da ku derbareyê mafên standard ên navneteweyî xelkê herêmê û avahiyên gelêrî yên li herêmê (NGO) rohnî û agehdar bike, di gel wan hevxebatkariyê bike. Projeya Kitêbxaneya Kurdî ya SARA'yê ku pirtûkxaneyek ji ser 20 hezar berhemên ji zimanê kêmneteweyên li herêmê pêk dihê wek kelepûrek ferhengî pêşkêş dike ji xelkê herêmê re. IFIAS li navenda bajêr li ciyek guzîde sûnewarek bi 175m² kirê kiriye. Kiriya vî ciyî ta dawiya meha îlonê hatiye cîbicîkirin û her wisan jî ji bo vê domanê jimareyek personel jî daniye ser kar. IFIAS ji bo berdewamkirina projeyê piştî vê demê jî dest bi karê peydakirina kaniyên aboriyê kiriye. Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê ta nuha ji bo peydakirina avahiyek li nav bajêr, kaniyek ji bo fînansê peyda ne kiriye. Birêvebirin vê projeyê dixwazin di gel IFIAS'ê beşdarî karguzeriyan bibin û daxwaza wan ew e ku bi hevxebatkariya bi sûd û kelk, li heman navendê gava xelk dihên û diherin û li nav karguzeriyan de ev proje wê were birêvebirinê. Her du komik jî wê di domana damezirandinê û her wisan domana piştî damezirandinê de jî berdewam li kaniyên fînansî bigerin. Li gor vê bingehê wê avahiyek li gor qanûnên Swêdê wê were avakirinê ku hevkarên vê avahiyê wê ji endamên her du avahiyan û ji kesayetiyên navdar ên swêdî werin pê. Ev avahî wê ji bo cîbicîkirina van xalan kaniyên fînansî peyda bikin:
- Peydakirina avahî û kiriya wê Ji bo peydakirina kaniya fînansî, bi pêwendiyên wek avahiyên Belçîqî û Almanî ya SIDA'yê û KRG'yê ve were avakirinê. Navenda Mafê Mirovan wê Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA'yê li jêr navê Kitêbxane û Muzexaneya Ewrûpayê ya Kêmneteweyên Herêmê were destpêkirin. Karguzerî û çalakiyên Navendê yên li pêş ev in: Piştgiriya qanûnî ji bo afret û zaroyan. Xebat û îradeya ji bo rêxistinên gelêrî yên herêmî (NGO'yan) jî wê li gor standard û tora pêwendîya navnetewî were li darxistinê.
Bruksel, 10 Gulan 2007 Şanenav: Projeya Pirtûkxaneya Kurdî SARA (Zarathustra News). |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |