|
8/3/2008 Dîsa Îranê careke din îdamkirina jina Zarathustra News Dezgeha navnetewî a efûyê- Amnesty International di rapora xwe a nû de, ji ber helwesta Îranê a hişk li hemberî jina, rêvebiriya wê bi zimanekî hişk rexne dike. Li gorî raporê, li Îranê careke din îdamkirina 5 jinan di rojevê de ye. Jinên di zindana Evîn de dimînin, bi kuştina mêrên xwe têne sucdarkirin. Lê çend ji wan jinan piştrast kirine ku, mêrên wan qesta canê xwe kirine (intîhar). Şahrbano Nedam (50), Akram (35), Tayebeh hojadi, Zehra (30), Soheyla (28) li zindanê ne û li bendî roja bidarvekirinê ne. Bi îhtîmalek e mezin du kes ji wan di meha adarê de dikare bê îdamkirin. Yên din jî di van demên nêz de dê bên darvekirin. AI, bi hişkî dijî îdamkirina jina, pêlkirina mafê jina li Îranê û qanûnên ku mafê jina binpê dike ye. Divê Îran, mafê jina li ber çava bigire û qanûnên parastina mafê wan biparêze, têxe jiyanê. Zarathustra News - zarathustra_news@comhem.se |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |