|
7/10/2005 Xwepêşandana Kurd û Ereb ji bo mafên Kurdên bê nasname… Şêx birîmce Di 5/10/2005 an li Şamê li meydana Şehbender, nêzîkî seroktiya rûniştgeha şalyaran, li katjimêr11an, bi sedan ji kurd û Ereban dixwastin bi rengekî şaristanî û aştî katjimêrekê li hev kom bibin, dengê xwe li dijî şovîntî û rêzaniya ko rêjîma Sûryê ji çil û sê salan de li dijî miletê Kurd bikar aniye - hînî berdewame- bi taybetî dermafê kurdên bê nasname bilind bike, wê rêzaniyê şermezar û riswa bike. Lê rêjîma Sûryê, li şûna ko ``di van rojên teng de`` serê xwe hinekî nerm bike, gotinên serokkomarê xwe berêz Beşar el Esed yê ko berî salekê soz da bû, ko vê babetê çareser bike, nasnama Sûrî li wan vegerîne, biryarên konfirasa partiya xwe ya Be`is bi cih bîne- ya ko tekane xwe xwediyê Sûryê dibîne- tev bi darê zorê ji katjimêr yazdan çarîkek kêm de, dest bi belavkirina beşdarên ko dihatin li mêydana civînê bicivin, taromar dikirin, nedihiştin du-sê mirov li ba hev bicivin durişmên hatine nivîsandin bilind bikin. li dawiyê bi dare zorê xelk ji meydana Şehbender û derdora wê piring-piringî kirin, û hat gotin: hin ji leşkerên paristina rîjêmê bi dar û lepan li hin beşdaran dan û Mistefa Cim`e endamê seroktiya partiya Azadiya Kurdî tilûyekî wî şikandin. Bi vê reng danistandina hovane, rêjîm nikare royê bi bêjingê veşêre, va doza ko ji çil û sê salan de ji berçavê miletê Sûryê hatî veşartin veşartî bihêle, û çareseriyek dadmend, jê re nebîne . Hêjayî gotinê ye ko: ev cimawer tev li ser daxwaza û vexwendina komîta hevxistina niştimanî ya ji bo piştgirtina azadiyatîyên bingehîn û mafên mirovan li Sûryê (Hevxistin/tensîq) ya ko di 2/10/2005 an daxwuyaek li ser riya Enternêtê belavkir bû kombûn. hemî hêzin Kurd û Ereb yên ko bi rengekî aştî û sivîl dixwazin guhartinê di Sûryê de bi cih bînin ev komît avakirine, bêtirî 20 partî, û komeleyên mafên mirovan, komîtên vejîna civaka sivîl li Sûryê tê de cih girtine, yanê hemî rêxistin û saziyên Kurd û Ereb tê de kardikin.. dora 300 hezar Kurd ji hermafî bê parin û ta nasname ji wan hatî standin, zarokên wan li ba rêjîmê nayên nivisandin, nikarin bê erêkirina rîjêmê polekî jî bixwînin û ger xwendin û bawername standin, nikarin pê karbikin, piraniya wan di xwaringehan û razangehan de kardikin, lê bê rêdana polîsan ew nikarin li wir razin, divê ew û pîreka xwe bi hevre ranezin; yê bê nasname herdim cihê pirsînê ye, ger deh zarokên (wî an wê) hebin di kertên sor de xuya ye ko hînî êrgane jin ji xwe re neaniye, nikare di nexweşxanên giştî de xwe dermanke, malekê an firşogeh an erebekê ji xwe re bikire an li ser nave xwe tiştekî dapike, yanê bi kurtî ew ji her mafekî bê pare ew tuneye. Şêx birîmce sexbirimce@yahoo.com Şam 6/10/2005 |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |