|
6 /9/ 2007 Banga PEN a Swêdê ji Hikûmeta Îranê re: Hevalên me yên girtî berde! (Zarathustra News). PEN a Swêdê îro ji bo piştgiriya rojnamevanên kurd Adnan Hassanpour û Hîwa Butîmar daxuyaniyek belav kir. PEN a Swêdê ku di komîteya xwe a karger de Nivîskarê Kurd Firat Cewerî jî heye, di daxuyaniya xwe de banga xwe dighêjîne rejîma Îranê û ji wan dixwaze ku rojnamevanê kurd bêne berdan. Daxuyaniya PEN a Swêdê ku ji aliyê Serokê wê Björn Linnell û Sekreterê Navnetewî Ana Valdes ê ve hatiye îmzekirin wisan e: Hevalê me yên zîndanîkirî berde! Li hemberî protestoyên navnetewî rojnamevanên kurd Adnan Hassanpour û Hîwa Butîmar hîna jî zîndanî ne û cezayê îdamê ji wan re tê xwestin. Herdu kes di 17 tîrmehê de bi casûstiyê hatin tawanbarkirinê û ji wan re cezayê darvekirinê hate xwestin. Hassanpourî wek neyarê Xwedê jî hatiye sucdarîkirin. Lê di eslê xwe de sucê wan ew e ku, ji bo amadekirina kovara Horizons ê xebat kirine. Horizons bi kurdî û farisî tê weşandin. Paşê herdu kes di dawiya sala 2006 an de hatin girtin. Butîmar û Hassanpour hatin îşkencekirin û îfadeyên wan di bin mercên xirab de hate girtin. Butîmar û Hassanpour, sucên ku pê têne tawanbarkirin napejirînin. Sucê wan ew e ku, wan mafê xwe yê çapemeniyê û hizirkirina azad bikaranîne. Em PEN a Swêdê li gel dezgehên navnetewî bang dikin ji rejîma Îranê re ku, hevalên me yên zîndanîkirî berdin, azad bihêlin . |
|
الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية بيانات وتصريحات | مختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن |
|
Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne |
|
Despêk 6-ê Gulana 2004-an copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz] |