NEWROZ

äæÑæÒ


6/8/2005

Serokê Înstîtuya Kurdî li Tehranê û sernivîserê rojnameya Aştî Behram Weled Begî: “

Emê piştî girtina Aştî rojnameyeke din derxînin…”

Bonn-AVESTA:

Berpirsiyarên wezareta ferhengî li Îranê bi awayekî fermî rojnameya Aştî rawestandin.

Rojnameya Aştî li Tehranê ji aliyê Înstîtuya Kurdî ve bi awayekî profesyonel derdiket û li Îranê û Kurdistanê dihate belavkirin û yek ji rojnameyên herî baş dihate naskirin.

Tîraja Aştî 25.000 bûn û bi tevayî dihate firotin.

Aştî bi du zimana derdiket, farisî û kurdî (8 rûpel kurdî, 8 farisî), di beşê kurdî de, rûpelek bi latînî bû.

Sernivîserê Aştî Behram Weled Begî bi riya telefonê daxuyaniyek da AVESTA û got:

Ev demeke dirêj e, dewleta Îranê zorê dide ser Aştî, bi taybetî jî piştî ku pêwendiyên me bi başûrê Kurdistanê re xurt bûn û her wiha dema ku me kuştina Kurdan li Mehabadê şermezar kir û me rûpela Aştî ya yekemîn sipî derxist, ev gelekî li zora hikûmetê çû. Aştî bi ferehî bi bûyerên ku niha li rojhilatê Kurdistanê çêdibin, eleqedar bû… ev hemû bûn sedem ku dih wezareta ferhengî ya Îranê biryara rawestandina rojnameya Aştî bide…”

Weledbegî diyar kir ku ewê bi awayekî fermî serî li dadgehê bidin û di warê zagonî de mafê xwe biparêzin.

Weledbegî wiha berdewam kir: “Eger ku rê dan emê weşandina Aştî berdewam bikin, eger ku ne bû jî programa me heye ku em rojnameyeke din li Tehranê li ser pirsa kurdistanê derxînin, biryarên wiha ne adîlane wê me ji xebatê sar nekin…”

Berharm Weled Begî got: “Wê biryara Wezareta Ferhengî bandorê li ser xebata me neke…”

Weled Begî berdewam kir: “Eger ku siyasetên wan wiha ne li ser zagon û edaletê biçin ihtîmal heye ku sibe Înstîtuya Kurdî jî bigin, lê belê emê xebata xwe bidomînin…”

الصفحة الرئيسية | أخبار | جريدة الوحـدة | جريدة الوحـدة pdf | التقارير السياسية

بيانات وتصريحاتمختارات | إصدارات | وثائق | شؤون المرأة | أدب وفن | الأرشيف | من نحن

Rûpela despêkê - Nûçe - Rojnama Newroz pdf - Daxuyan - Gotar - Wêje û Huner - Kovara pirs pdf - Agirî - Dûse - Em kîne

Despêk 6-ê Gulana 2004-an

copyright© 2004-2005 yek-dem.com [Newroz]